Hibra Sor

5,01  4,66 

ISBN: 9786059014489

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-056
Status3 Di stokê de he ne
Kategorî
Di sala 1984’an de, li parêzgeha Serhedê ya Kurdistanê, li gundê Bazirganê yê ser bi navçeya Gîhadînê ya Qerekilîseyê ji dayîk bûye. Wî dibistana seretayî li gundê xwe xwendîye, di pey re bi malbatî bar kirine, çûne devera Egeyê ya Tirkîyeyê, salekê jî li wir xwendîye, paşê tevî malbatê vegerîyaye Gîhadînê û xwendina xwe ya navînî û amadeyî li Gîhadîn û Qerekilîseyê kuta kirîye. Pê re jî, li pey tengezarîya xwe, li deverên wek Amed, Hewlêr, Şam, Beyrûd, Mahabad, Îsfahan, Têhran, Tewrêz, Wan, Stembol, Heleb, Batûm û Parîsê ji xwe re gerîyaye, paşê dîsa vegerîyaye ser axa Kurmancîya xwe, cimaetên warxanan. Di xebata xwe ya poetîk de daye pey têgeha poetîkaya mekanî ya Gaston Bachelard, fenomenolojîya gîyan, hêza xeyala biber, hêza xeyalî ya poetîk û şiûra şiêrê.Elegez di ber helbestê re li ser civaknasîyê dixebite, ji Robert Frost ê helbestkarê navdar î Emerîkan hindek helbest wergerandine Kurdî û heta niha di kovarên Çirûsk, W û Nûbiharê de helbestine wî û di kovara Çirûskê de der barê civaknasîyê de çend nivîsên wî hatine weşandin.Wî li Zankoya Atatürkê ya Erziromê Para Mamostetîya Zarokan kuta kirîye, paşê jî li Zankoya Anadoluyê çar salan civaknasî xwendîye, di pey vê re jî di Zankoya Atatürkê, Para Civaknasîyê de dest bi lîsansa bilind kirîye. Niha li Bayîzdê, li gundê bi navê Kirrik Mîrze mamostetîyê dike.Hibra Sor berhema pêşîn a Rizgar Elegez e.

Agahî

Weight 0,17 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Sal
Pîvan
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613