Hezar û Yek Şev 2

18,54  17,24 

ISBN: 9786058146372

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAZAD-21
Status10 Di stokê de he ne

Kitêba “Hezar û Yek Şev”ê, wek ku wergêr Menaf Osman di pêşgotina kitêbê de nivîsîye yek ji kitêbê herî navdar yê dinyayê ye û wergerî gelek zimanan bûye. Cara ewil di serê sedsala 18’an de ji aliyê Antoine Galland ve, di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de jî ji aliyê Joseph Charles Mardrus ve wergerên Frensî bûne. Di heman demê de di sedsala 19’an de wergerên İngilîzî, Rûsî, İspanyolî jî hatine kirin û li Ewrûpa tevî belav bûne. Hin wergêr di çîrokan de guhertin kirine, hin jê jî bêyî ku tu guhertina bikin werger kirine. Hîn jî li her derê dinyayê çapê nuh têne derxistin, axilbe ji bo zarokan bi şêweyên cuda cuda têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin.

Çîrokên “Hezar û Yek Şev”ê ji alî fikir û sin’et de gelek tesîr li dinyayê tevî kiriye. Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman, tîyatro, muzîk û filmê sînemaya. Gelek nivîskarên navdar, sûd ji vê berhemê girtine. Mirov kare bêje, tu berhem di dinyayê de bi qasî Çîrokên Hezar û Yek Şevê tesîr li sin’et, edebiyat, sînema, tîyatro û hwd. nekiriye. Hîn jî navê lehengê wan li deran tê kirin û dibin navê merqeyan, resmê ku wan temsîl dikin li ser gelek cihan û amûran cih digre. Yanî tesîr li hemû aliyê jiyanê kiriye; li jiyana civakî, li zarokan, li polîtîkayê, li edebiyatê, li tiyatroyê, li sînemayê…

Agahî

Weight 0,59 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Ziman
Pîvan
Rûpel
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar