Hezar u Yek Peyv

9,26  7,87 
-15% Erzanî

ISBN: 9786058139596

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUSİTV-86
Status5 Di stokê de hene
Categories,

Pirtûka ji aliyê Qendîl Şeyxbizînî ve hatiye amadekirin ku ji Hewlêrê ye. Ji navê wê jî diyar e berhem ji hezar û yek peyvan pêk tê. Pirtûk ji peyvên kevnar yên kurdî ku îro di kurdî de nayên bikaranîn yan jî hindik tên bikaranîn û ji hin peyvên nûsaz pêk tê. Ji bo sadekirina zimanê kurdî ev berhem berhemeke bêhempa ye. Peyvên di vê berhemê de şûna peyvên erebî, farisî, tirkî û hwd. yên di kurdî de digire. Armanca vê pirtûkê paksazî û çaksazî ye di peyv û wajeyên kurdî-kurmancî de, anku her peyvek ku di pirtûkê de hatiye nivîsandin beranber peyveke necur yan jî biyanî ye. Her wiha gelek mebest û armancên din jî wekî:

* Vejandin û rizgarkirina peyvên kevnar û dêrîn ên kurdî.

* Girêdana peyv û wajeyên dêrîn û îro.

* Zengînkirin û rengînkirina zarê kurmancî û têr û tijîkirina zêdetir.

* Girêdana zarên kurdî û nêzkirina zarên kurdî.

* Bingehdanîna gelek peyv û amrazên din weke jêder bo sazbûna gelek peyvên din.

* Pakkirin û çakkirina gelek wate û wajeyên din.

* Yektakirina waje û zaravayên kurdî.

* Sazkirina gelek peyvên girîng û pêwîst.

* Hinek şêwazên cuda di warê peyvsaziyê de.

* Aşnabûna xelkî ji zimanê kevn ê kurdî.

û gelek mebest û armancên din ku hûn dikarin li ser bipeyvin.

Pirtûk Hezar û Yek Peyv berhemeke ku zimanas û nivîsyarên bi taybet kurmancî dikanin li ser mijarên pirtûkê nerînên xwe bînin zimên û di warê nivîsandin û lêkolînnan de cih bigire. Berhem her çiqas ji hezar û yek peyvan pêkhatibe jî, ji piranî peyvan bi dehan peyv jê çêbûne, bi vî awayî ew hezar û yek peyvên sereke bûne çend hezar peyv. Ev berhem, di serî de ji bo lêkolînerên zimanê kurdî, ji bo her kesê berhemeke pir dewlemend e ku jê sûdê wergirin.Ev berhem dewlemendiyeke mezin li dewlemendiya zimanê kurdî bar dike.

Agahî

Weight 0,25 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613