Pirtûka gorbehişt Osman Sebrî ya bi navê “Hevalê Çak” cara yekem ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve tê çapkirin. Pirtûk ji gotar û nivîsên pexşanî yên nemir Osman Sebrî pêk tê ku du birên wan di demên cuda di kovarên Hawar û Ronahîyê de hatine weşandin û birê sêyem jî ji hinek destnivîsan pêk tê ku ev cara yekem tên weşandin.Naveroka piranîya van gotar û nivîsan li ser camêrî, mêrxasî, lehengî, serîhildanên gelê Kurd, qewimîn û malkambaxîyên ku hatine serê Kurdan, fen û fîtên dijminan û parçekirina çarenivîsa gelê Kurd e. Pirtûk her weha hinek çîrokên Osman Sebrî yên wekî “Li Goristaneke Amedê”, “Şeytanqûnî” û “Li Pêşberê Yarê” di nav xwe de vedihewîne, ku xwîner di hûnandina van çîrokan de rastî vegotineke şîrîn û pêşketî tê û pê ditehmije. Li alîyê din, pirtûk hinek çîrokên gelêrî yên jinûvenivîsandî hembêz dike ku Osman Sebrî ew di qalibekî wêjeyî yê nazik û berdil de ro kirine.Bi rêya xwendin û lêkolîna li ser van gotar û nivîsan, mirov dikare rewşên civakî, olî û rêzanî di destpêka sedsala bîstan de li Kurdistanê, nemaze li Bakurê Kurdistanê, nas bike û li ser bisekine.Apê me Osman Sebrî bi van gotar, çîrok û nivîsên xwe, bi gîyanekî Kurdewar ê hestyar û bi pênûseke hem tûj û hem rewan gelek behsên girêdayî dîroka Kurdistanê raberî me dike.
Hevalê Çak (Hemû Pexşan)
14,92 € 13,88 €
ISBN: 9786054497133
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 0,30 lbs |
---|---|
Nivîskar | Osman Sebrî |
Weşanxane | Lîs Yayınevi |
Kategorî | Klasîkên Kurdî |
Rûpel | 240 |
Pîvan | 13.5 x 21 cm |
Sal | 2011 |
Isbn | 9786054497133 |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Berhemên Nîvîskar
-
Li Goristaneke Amedê
- Nivîskar: Osman Sebrî
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
5,81 €5,40 € Têxe Tûrik -
Çar Leheng
- Nivîskar: Osman Sebrî
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
7,99 €7,43 € Têxe Tûrik -
Şerên Sasûnê
- Nivîskar: Osman Sebrî
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
5,42 €5,04 € Têxe Tûrik -
Bîranînên Min
- Nivîskar: Osman Sebrî
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
14,85 €13,81 € Têxe Tûrik -
Ronahî
- Nivîskar: Kolektif
- Weşanxane: Belkî
20,12 €18,71 € Têxe Tûrik -
Serpêhatîyên Jiyana Min
- Nivîskar: Dr. İsmet Şerif Wanlî
- Weşanxane: Rûpel Yayınları
13,70 €12,74 € Têxe Tûrik
Dibe ku ev bala we bikişînin
-
Meseleyeke Girîng – Ziman Edebiyat û Welat
- Nivîskar: Eliezer Ben-Yehuda
- Weşanxane: Avesta Yayınları
7,72 €7,18 € Têxe Tûrik -
Fatîheye ‘işqê
- Nivîskar: M. Zahir Ertekin
- Weşanxane: Peywend Yayınları
6,83 €6,35 € Têxe Tûrik -
Berhemên Rezoyê Osê
- Nivîskar: Rezoyê Osê
- Weşanxane: Ar yayınları
11,46 €10,66 € Têxe Tûrik -
Lehengê Mîtolojiyê
- Nivîskar: Samî Hêzil
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
8,60 €8,00 € Têxe Tûrik -
Rizgarkirina Hiş ji Mêtingerîyê
- Nivîskar: Ngũgĩ wa Thiong’o
- Weşanxane: Cervantes Yayınları
7,34 €6,83 € Têxe Tûrik -
Zülüf Dokunmuş Tene
- Nivîskar: Ayşe Sökülmez
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
4,74 €4,41 € Têxe Tûrik