Hetîketî

8,81  7,49 
-15% Erzanî

ISBN: 9786055683399

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-016
Status3 Di stokê de hene

David Lurieyê navsere û berê du caran zewicî, paşê her du jinên xwe jî berdayî, dema mamostetiya xwe ya di Zankoya Teknîkî ya Cape Towna paytextê Efrîqaya Başûr a di warê helbesta romantîk de, ji nişkê ve dil berdide xwendekareke xwe, ku ev têkiliya wî jiyana wî lê dike jehr, li ser gilîkirina malbata keçikê, David derdixin ber desteyeke jêpirsînê ya zankoyê. David gava ku dil dike li tawana xwe mukir bê, lê napejirîne ku bidî raya giştî radest bibe, dev ji karê xwe berdide û lê dixe diçe çewlika biçûk a keça xwe, Lucyyê.

Her çend di sêrî de bandora keça wî û teqla xwezayî ya çewlikê dike ku jiyana David a ahenga xwe ji dest dayî bi rêk û pêk bibe jî, lê hevkêşeya hêzan a wan deverên dûredest dest pê dike xerab lê tîne. Kesine reşik rojekê tên bi awayekî hovane êrîşî wî û Lucyyê dikin, ev yek jî dihêle ku hemû çewtiyên di peywendiya bavê û keçikê de derkevin mexderê.

J. M. Coetzeeyê ku yek ji mezintirîn romannûsên serdema me ye (xelatgirê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2003’yan), bi vê çîroka xwe ya pirrtewek a şuxulê bîrtûjiyê ve, bertekên polîtîk ên xef î takekesî yên li gel reşik û spiyên Efrîqaya Başûr, viyana tund a bo goştê mê tîne rojevê, bi zimanê xwe yê lîrîk, xwendevanên xwe hûr hûr dajo nava rehên şahkareke bi navê Hetîketî.

Hetîketî romanek e, ku ji destkeftiyên wêjeya cîhanê tê hesibandin. Her wiha, ev ‘hetîketî’ dê serî li wergera Kurdî jî bilind bike! Bi wergera bedew a romannûs û wergêr, Yunus Eroğlu.

Agahî

Weight 0,24 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Ziman
Werger
Pîvan
Rûpel
Sal
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613