Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê ra qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e… Têkoșîna “șervanê azadyê” geș e… Dewya her tiștî heye… Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe… Dibêje: “Ew rojê jî bê:
Dayîka min a dilovan,
Belkî ez û tu hevdu nebînin.
Ger… hetanî şerê me serket,
Ku me dijmin ji welat derxist,
Serê berdevkên wan pelaxt.
Û dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê,
Ji şax û latan, daketin kolan û sûkan,
Tu jî li rêza şervanan bigere,
Di wê roja şahî û bendewar da…
…Ger te ez nedîtim,
Divê tu negirî û nelûrînî.
Dilşah û bextewar bî.
…Bila ew çax dayîkên şehîdan,
Laçikên reş ji serên xwe bavêjin,
Şarên spî girêdin,
Kincên rengîn li xwe kin.
Ji bo ku welatê me azad bûye.
Kedxwarî, belengazî û bêkesî ji nav me rabûye,
û ji bo, wek welatekî azad û xwedî rûmet,
Li nav rêza miletên dinê, me jî cîhê xwe girtî…
Dr. Eskerê Boyîk
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613