Hesretdefter

6,13  5,70 

ISBN: 9786058152106

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-208
Status5 Di stokê de he ne

Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji Kurdên Êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gişî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê:

Hezkirî tê bi lewzê xweş,Tûmê sêfîl karrêz dike,Û dihele bengiyê serxweş,Tê, mirina xwe hembêz dike.Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye.Weşanxaneya Lîsê, ji bo ku hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv çap bike û diyarî hemû welêt bike, Cilda I., Hesretdefter, Hemû Berhem weşand.Ji Weşanxaneya Lîsê, bi edîtoriya Kawa Nemir, pêngaveke mezin di warê vejandina berhemên helbestkar û wergêrekî wek Fêrîkê Ûsiv.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî ,
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar