Herkes xwedîye razekê û gunehekî ye. Zilamekî bêxew di nav goristan û peravên mirinê re dibuhure û hewl dide ku xwe bi jîyanê ve girê bide. Jinika ku “pirtûka razan” bi xwe re digerîne, ji helbestên bêguneh bawer dike. Rojekê zilam û jinik li ser pira şikestî ya qederê li hev rast tên. Jinik li fala pirtûkan dinihêre, zilam ji xwe re stranên deştê dinewhire. Hespên Reş Bayên Sorgevez vegêrana xwe li erdnîgarîyên cuda ava kiriye. Jîyanên balkêş hene di romanê de ku li deşta Haymanayê, Tehran û li Cambridgeê derbas dibin. Sönmez, bi pêla beyê sor re gelek lehegan bi hostetî tîne ba hev. Lehengê romanê Branî Tawo, wek penaberekî sîyasî li Cambridge dijî. Nexweşaya wî ya bêxwewîya kronîk û xemgînîya sirgûnê, wî her bi welatê wî Haymanayê ve girê didin. Di vê navberê de Ferûzeha îranî ku bi kerlalî dikeve jîyana wî, ji bo wî dibe hêvîyek. Bi vegêrana ku di navbera Haymana û Cambridgeê dihere û tê, di navbera paşeroj û siberojê de pirekê ava dike. Em dikarin romanê wek dubendîyekê jî bixwînin, dubendîyek di navbera jîyanên li bajêr ku ber bi derve ve çerx dibin û jiyanên gund ku bi ber hundir ve dicivin: “Fikirî ku bajar, çûna ber bi cihên dûr ve ye, lê li gund dûranî dihat ba te.”