Herimî

8,13  -10% 7,32 

ISBN: 9786059295819

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-115
Status3 Di stokê de hene
Categories
Herimî, romana nifşekî ye. Bi rêya her sê serkarakteran -meriv dikare wan wekî antî-karakter binirxîne- çarenûsa wan şênber dike.
Nifşê ku li Bakur dijî bi me dide zanîn ku heta siberoja wî welatê ku ji mêtinkaran re bûye cih û war neyê zanîn, dê ne pêkan be ku êşa vî nifşî jî bê fêmkirin.
Roman ne tenê tundûtûjîya dewleta mêtinkar a zordest vedibêje; ew di heman demê de tundûtûjîya xwezayî ya hîyerarşîk jî vedibêje.
Di rêya atmosfera avakirî re kodên civakê û hêmaya bavên zilimkar li ber çavan radixe û êşa takekesîya karakterên romanê xelek bi xelek di dirûvê civakê de berfireh dibe û derdikeve pêşberî me.
Herimî, bi teknîka xwe ya cuda, bi zimanê xwe yê qerfok û bi bikaranîna derfetên hunera romanê balkêş e. Balkêşîya sereke ya vê romanê di bikaranîna alegorîyan de berbiçav dibe. Alegorîyên di vê romanê de wekî qalik hatine bikaranîn. Em pê dihesin ku ji qalikê romanê biwêdetir derdê vê romanê destnîşankirina kakilê wê ye.Bawer Rûken bi zimanê xwe yê nêzî dilikê civakê, me ber bi gîyanekî zîyandîtî û herimandî ve dikişkişîne da ku rastîya welatekî biparvekirî di pîyaleya ronîkirina êşa sernixumandî ya bindestîyê de keremî xwîneran bike.Hema hema bi berfirehî ji hemû beşên jîyana vî nifşî anektod û çîrok hene. Ji nîqaşên li ser wêjeyê bigire heta bi muzîk, polîtîka, rexneya civakê û jîyana rojane… Tev li ku di serî de wekî beşên jihevcuda têne dîtin jî, lê dema di dawîyê de li hev têne hûnandin hingê wateya xwe dibînin.

Agahî

Weight 0,40 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613