Her Du Jîyanname-Selîm Berekat
“Kulîya Hesinî” û “Ka Bilind Bike, Dengê Borezanê Heta Bi Dawîyê Bilind Bike…”
Her du jîyannameyên nivîskarê Kurd ê erebînivîs Selîm Berekat in, ku bîrahatîyên zarokî û lawînîya wî, bîrahatîyên Bakurê – Bakurê Sûrîyeyê – Binxeta welêt û Binxeta binxetbûyî vedibêjin. Bûyerên van bîrhatîyan ji sala 1961’ê dest pê dikin, dema ku hilweşîna yekîtîyê di navbera her du dûgelan (Sûrîye û Misirê) de serê xwe dike, û diajo heta bi salên gêncîtîya Selîm Berekat (salên 1970’î).
Ji xwe wan salan de, Selîm Berekat xaknîgarîya bîranînên xwe nedîtiye. Ew xaknîgarîya ku wî êş û keserên xwe, ken û laqirdîyên xwe, ketin û rabûnên xwe, ji pêsîrên wê mêtîne û bi xizaneke rewşnasî ya traşîkomedî re, rewşa Kurdistanê bi rengê gelemperî vedibêje.
Selîm Berekat – ku bi rengekî wêjeyî çarenûsa me ya ku tu carî nenivîsîye, radixîne ber çavan – dibêje ku ev bîranîn ne tenê xatir in, belê jî bîranînên welatekî, qasîyatîyekî û pêşverûyîyekî ne.
Weşanxaneya Lîs, ku ji sala 2004’an ve xwe berdaye meydanê wergerandina berhemên giranbaha ên wêjeya cîhanê, vê carê jî her du jîyannameyên Selîm Berekat – vebêjerê jana Kurdan – bi wergera Ebdelah Şêxo pêşkêşî xwînerên hêja dike.
Bi hêvîya ku rojekê ji rojan, em bîranînên azadîya xwe, bîranînên xweşî û şahîyên xwe yên nîvçemayî; bi hêvîya ku em êdî bîranînên xwe wergerînin zimanê dayîka xwe, em vê gurza bîrhatîyan radestî xwînerên hêja û birûmet dikim.
Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınevi vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Selîm Berekat vir bitikînin