William Shakespeare. (1564-1616) Helbestkar, şanonûs, şanoger û lîstikvanê mezin ê Îngilîz. Dibe bê gotin, ku afirandina zimanekî ne xercê mirovekî tektenê ye, lê di peydabûn, zexmbûn û bifirêketina zimanê Îngilîzî de, ku îro ro zimanê hemû cîhanê ye, rola William Shakespeareê şikûdar ê serdema Elizabethê, para wî ya ku tu kes nikare mandel bike, bestbelî ye. Ji ber hukmê Shakespeare ê li ser bîra hemû mirovahiyê, ji ber lîstikên wî yên ku hejmara wan di ser 30’yî re ye, ji ber pêlewanên lîstikên wî yên mîna Hamlet, Macbeth, Lady Macbeth, Othello, Shylock, Romeo, Juliet, Keyser Lear, Caliban, Prospero û gelekên din, ji ber çar helbestên wî yên dirêj û ji ber 154 soneyên wî yên ku hê jî rêzeke wiha ya helbestên evînê nehatiye nivîsandin, wekî di ser wan re bin, reng e bi hêsanî bê gotin, wekî xewna helbestkarê Kurd ê mezin, Ehmedê Xanî (yê ku hema hema hevçaxê Shakespeare e), xewna wî ya ji bo Kurdî, di Îngilîzî de, bi berhemên Shakespeare pêk hatiye, Shakespeare bûye ew kes, ku ala zimanê xwe li banê gerdûnê çikandiye.
Shakespeare, wê bi soneyên xwe yên evînî dilê Kurdan bihejîne.
Hemû Soneyên Shakespearê
15,57 € 13,23 €
-15% Erzanî
ISBN: 9786057535221
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 0,40 lbs |
---|---|
Nivîskar | William Shakespeare |
Weşanxane | Cervantes Yayınları |
Isbn | |
Rûpel | 378 |
Sal | 2022 |
Werger | Kawa Nemir |
Ziman | Kurmancî |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Dibe ku ev bala we bikişînin
-
Meremê Dilê Kurd
- Nivîskar: Şikoyê Hesen
- Weşanxane: Nûbihar Yayınları
8,91 €7,57 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Kadiz
- Nivîskar: Rojen Barnas
- Weşanxane: Nûbihar Yayınları
14,63 €12,44 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Qalçîçek
- Nivîskar: Şikoyê Hesen
- Weşanxane: Nûbihar Yayınları
6,89 €5,86 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Ciweyna
- Nivîskar: Hecî Nehsan
- Weşanxane: Aryen Yayınları
6,99 €5,94 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Tembûrê Kurda
- Nivîskar: Şikoyê Hesen
- Weşanxane: Nûbihar Yayınları
8,91 €7,57 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Gorî û Bindest
- Nivîskar:
- Weşanxane: Ronahi
7,01 €5,96 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik