er ku çi qasî armanc raxistina serborî û jînenîgariya malbatekê be jî ji ber ku rastiya rewşa hemû civaka me dihundurîne watedar û giring hatiye dîtin. Lê belê cihê mixabîniyê û xemgîniyê bi xwe jî tunebûna berhemên nivîsandî li ber dest in. Bi vê boneyê, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku di mijara gotinê de çarenûsa me hemû Kurdan ev e.
Ango dîroka welatekî ya nivîsandî û tomerî bi gelemperî çi be, bê gûman wê ya hereman bi xwe jî jê ne cûdatir bin. Weke ku çewa em li şûna dîrokeke nivîsandî, serboriya welatê xwe ji stranbêj û vegotinan dibihîsin, di mijara jînenîgariya malbat û eşîran de jî encam heman tişt e. Bi vê sedemê ye ku em di rojên îroyîn de jî encex dikarin raburdûya xwe, an ji pirtûkxaneyên biyaniyan, an ji stranbêjan, an jî ji vegotin û çîrokan bibihîsin. Lewre jî ger ku dîroka rojane, an jî raburdaya dîrokê neyê nivîsandin û di nava qeyd û bergan de neyê tomarkirin, sed mixabin wunda dibe, dihele, çem û çem û av bi av diçe.
Bi vê mebestê, armanca nivîsandina vê berhemê ew e ku qet nebe em bikaribin serboriya malbatekê be jî ji nava sergoyê dîrokê derxin ser rûyê erdê.
Lê belê her ku çi qasî navê nivîsandinê para me ketibe jî bê gûman divê alîkariya cengawerên li pişta perdê jî neyê jibîr kirin. Lewre him berhem bi alîkariya vegotinên wan pêkhatiye û him jî serboriya kelepora jiyana wan bi xwe dihundurîne. Ji ber vê taybetmendiyê jî divê keda wan cihê xwe bigire û mafên wan radestî wan bê kirin.
Aryen Mendî Kî Ye?
Aryen Mendî, di sala 1974an de, li navçeya Stewra ku bi ser Bajarê Mêrdînê ve giredayî ye tê dinyê. Piştî ku di temenekî ciwan de derbasî metropolên Tirkiyê dibe, bi salan belavkariya çapemeniya azad û bi taybet jî Rojnameya Azadiya Welat kiriye. Evîndar û dildarê Zimanê Kurdî Aryen Mendî, ji sala 2009an bi şûn de ji, bi qasî 4 salan di bin banê TZP-Kurdî de perwerdeya zimanê Kurdî daye zarok û ciwanên metropolan.
Mendî, bi Tirkî, Îngilîzî û Almanî dizane. Ew zewiciye û bavê kur û keçekê ye…
Berhemdarî:
Hedokê (Pelgeroman), J&J, 2022 – Amed
Bêndera Bin Palasê (Helbest), J&J, 2022 – Amed