Gulcivîn
Mela Sîraceddînê Xelîli, di sala 1930î de hatiye dinyayê û di sala 1983yan de çûye ber rehma Xwedê. Dema ku tê de jiyaye ji aliyê aborî, siyasî û edebî ve ji bo Kurdan û Kurdî dewreke pir dijwar bûye. Kurdî qedexe bû; gelek kesan newêrîbû binivîsin. Kesên dinivîsandin jî kitêb û nivîsên xwe vedişartin; jixwe îmkana çapkirinê jî tunebû. Ji ber vê rewşa siyasî, weke gelek kesan Mela Sîraceddînê Xelîlî jî baş nehatiye naskirin. Xelîlî; wek Cegerxwîn, Seyid Eliyê Findikî û Seydayê Tîrêj -ku di vê sedsalê de berhemên hêja nivîsîne- careke dî ruh û can daye helbesta klasîk a Kurmancî. Li gorî asta berhemên sedsala xwe, dîwaneke serkeftî pêk aniye. Dîwana wî ya bi navê Gulcivîn, yek ji dîwanên girîng û giranbiha ya serdema edebiyata klasîk a dawî ye. Zimanê wî xurt û herikbar e û gelekî sivik e ku di roja me de bi hêsanî tê fêhmkirin. Wî bi Kurdî, ‘Erebî, Farisî û Tirkî helbest nivîsîne. Dîwana wî, ji 143 helbestan pêk hatiye. Naveroka wê li ser mijarên civakî û eşqê ye. Herweha helbestên dînî jî tê de pir in. Mela Sîraceddîn, piraniya umrê xwe li herêma Botan û Torê derbas kiriye. Lewma jî tesîra devoka van her du herêman -nexasim ya Torê- li ser zimanê wî xuya dike.