Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ji yanzdeh pirtûkên Mustafa Köz ên helbestê, tevî awayê wan ê resen, bi Tirkiya wan û bi wergera wan a bi Kurdî, li jêr navnavên Ay Düşü / Xeyalkirina Heyvê, Su Resimleri / Wêneyên Avê, Yengeç Sepeti / Selika Kevjalan, Salıdan Önceki Pazartesi / Duşema Beriya Sêşemê, Sonsuzluk Taşta / Abadînî Di Kêvir De ye, Ateş Bağı / Rezê Êgir, Açık Yara / Birîna Nekemidî, Yazıtlar / Berdenivîsekan û Öncü Yağmur / Barana Serkêş, 47 helbestên bijartî li xwe digire.
Mustafa Köz (j. 1959, Niğde), di helbesta bi Tirkî de deng û rengekî xwe yê resen heye û heta niha yanzdeh pirtûkên wî yên helbestê bi Tirkî derçûne, ku her yekê jê di nava kelepora helbesta bi Tirkî de asteke xwe ya diyar heye. Köz, di helbestên xwe de, bi bergeha xwe ya fireh û bi xewnên xwe yên gulgulî û bi zimanê xwe yê şayîk, her wiha bi babet, ziman û vegotina xwe ya pirrtewek, di helbesta bi Tirkî de, wek yek ji wan kesan tê naskirin, ên ku dikarin pêşengiya qonaxekê bikin. Di helbestên wî de, dîrok û lehengên dîrokî û xweza ciyekî taybet digirin. Ew bi destê helbestê peywendiyeke durist datîne di navbera mirov û xwezayê de. Bi vê helwest û şêwaza xwe ve jî, bi giyanê xwendevanên xwe re çêj û ekleke bedew peyda dike û bi têra xwe dibe sedem ku di hişê wan de rê biçin ser pirsan.
Helbestên ku di Denizin Söylediği / Gotina Deryayê yeyê de hatine berhevkirin û bo Kurdî hatine wergerandin, ji hêla desteya edîtoriyê ya Lîsê û helbestkar Berken Bereh ve hatine hilbijartin. Berken Berehê ku di helbesta bi Kurdî de bergeheke xwe ya fireh û zimanekî xwe yê resen heye, pirtûk bi heman awayî wergerandiye û kiriye malê Kurdî.
Weşanxaneya Lîs sebaret bi derçûna Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ya Mustafa Köz dubare dibêje ku werger ji bo geşedana zimanê me yê zikmakî gelekî girîng e û wergerên bi vî çendî serfiraz jî ji gelek tiştên din zêdetir geş bi Kurdî dixin:
Çi Ku Evîn Heye
Xwe dirêjî berpala min dikî bê pêjn û sewt
mîna robarên dirêj heylo dipdirêj.
Mîna robarên dirêj heylo dipdirêj
her ku dipelînin gumikên çîlqerqaş
sibehan em bi xwe, êvaran dîn.
Sibehan em bi xwe, êvaran dîn
wek caniyan dişehin çem û kanî li deşta wê
yek çiqlan dikişîne ji eniya me.
Yek çiqlan dikişîne ji eniya me
ku med û cizîreke kevn e dilê me
maye li ciyê vekişiyayî şopa qamirgehê.
Maye li ciyê vekişiyayî şopa qamirgehê
di dilê me de şayîşa zarokekî windabûyî
çaxa radan û xêzava avan, wiha baş e.
Çaxa radan û xêzava avan, wiha baş e
destê êvarê, tenêtiya heyveke penahende
em ji muxur û bêjingan fam dikin payîz kuta bû.
Em ji muxur û bêjingan fam dikin payîz kuta bû
li wê deşta boz a ku em bi terperep dibeziyan tê de
li gel avên ku radidan, an jî nizm dibûn belkî
Li gel avên ku radidan, an jî nizm dibûn belkî,
wek kewgiriya zilikeke hilhilî ne rojên me
lê mîna robarên dirêj heylo dipdirêj in niha.
Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ya Mustafa Köz bi 47 helbestên bi gerdûna xwe fireh, êdî bi Kurdî ne.