Gotarên Zimannasiyê-Kenan Subaşı
Di vê xebatê de di çarçoveya dersên zimannasiyê ya bernameya doktorayê de pêşkêşî, nîqaş û nirxandinên komeke xwendekarên doktoraya zimanê Kurdî cih digrin. Her Xwendekarekî, li gor xwendin û çavkaniyên li ber destê xwe, di vî warî de mijarên cûrbicûr hilbijartine û li ser xebitîne. Pirtûk li ser çar beşan amade bûye: Mijarên sereke yên zimannasiyê wek dengnasî, teşenasî, hevoksazî û watesazî. Di nava kitêbê de mijaran wisa cihê xwe girtine:
Di nav salên dawî de di derbarê gelek qadên kurdolojiyê de li zanîngehan xebatên hêja tên kirin. Yek ji van xebatan jî ev kitêba di dest we de ye li ji gotarên cur bi cur yên li ser zimannasiya kurdî hatine nivîsandin, pêk te. Nivîskar tev akademîsyen in, ji vê hêlê ve kitêb di qada xwe de gelek giring e. Hûn dikarin bersiva gelek pirsên xwe yên di derbarê zimanê kurdî de, di vê xebatê de bibînin. Xebat namzet e bibe yek ji çavkaniyên giring yên xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktoraya beşa kurdî.
Ji bo hemû berhemên Weşanên Nûbihar vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Kenan Subaşı vir bitikînin