Min di rabirdûya xwe de guneh civandin.
Min di evînan de jiyan, di jinan de hebûn, di zarokan de mahsumiyet û di dostan de jî, baweriyên xwe wenda kirin.
Ez ne ji paşeroja xwe bûm û ne jî min karî derbikevim rêwitiya pêşerojê.
Ez tenê bûm hibira çîrokên xwe yên rast ên ku hatine jiyin û rijiyam ser lênivîsan…
Di kûrahiya baskên ferîştekekê de zarokek, ne tirs, ne keser û ne jî serma… Li hev alabûnek û hezkirineke dilînî… Min hêviyeke wiha dikir mêvanê giyana xwe ya tenha. Lê dengê min nedihat bihîstin. Awazkariya min difetisî û çirîskên kamraniya min a ku hatiye dizîn, dicemidîn.
Ez ji we re behsa çîrokên çêkerî û dizînkariya romannûsekî nakim, ey giyandarno… Ez tenê bûm hibir û lênivîs jî bûn keserkêşê min.
Lê, lênivîsan jî ez tenê hiştim. Piştî ku reqsa wan bi min re kuta bû, beyî ku ramûsanekê diyariyî lêven min bikin, bi terkexemiyekê ve ez li cih hiştim û bi mabesta zewaca bi we re hatin nik we… Hûn niha daweta xwe pîroz dikin. Ez jî we pîroz dikim lê di heman wextê de, ji bo lênivîsên xwe giriyam û niha jî digirîm.
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613