Çîrokên Dapira Hefsedê, nivî pêr û doh bún, niyi iro û sibe bun. Yên berê wek milada têgihiştin û bireweriya Perixanê bún. Nivề din serpêhatî û çavdêriya wê bûn û wek bingeha destiniya dojeha îro û sibe bûn.
Dapîra Hefsedê digot, “hûnê bibinin, hesabê ciwanan, hesabé telebeyan di nava hesaban de heye…kesi helbest û destan ji bo wê rojê nenivîsîn, lê hûnê bibînin, ne dereng di demeke nézík de wê bibe rojeke sûndé, çîrok û çîvanok wê li ser werin gotin, wê bêjin, berî wê rojê û piştî wê rojê û dest bi axaftinê bikin. Aha li vir dinivîsim, rojeke bi nîşan û dibêjim, jibîr nekin aha ew roja ku dibêjin 15ê Tebaxê…….enerjiya telebeyan bûye têba romiyan, xewa şevan li wan diherimîne. Di deştan de bûne ejderha, di gelî û mesilan de bûne cengawer, di ristikên çiyarêzan de bûne Teyrên Dubirak, ha ha di ser serê dijmin re diresin, xewnên wan diherimînin, xeyalên wan parçe dikin. Dîsa jî, mirov nikare dawiya çîrokê bibîne. Her destpêk xweş û geş e, lê dawî reş û beş e, agir û tofan e… Kaaa em binêrin, niha asoyên hêviyê roniyê didin, dîsa jî em binêrin.”
Yekemîn car li Kurdistanê, gotina, “welatê Tewratê” Dapîra Hefsedê bi kar anîbû.
Roja ku Îsmetê kurê Ferhoyê Izêr, ev gotin bihîstin qista cem Dapîra Hefsedê kir û wateya gotinê jê pirsî, wê jî bêyî ku dilê wî bihêle, got; “kurê min, Birahîm ji Rihayê ye, kurd e, cihû jî êzdî ne, binêr, hîna jî Hahamê wan biskên xwe berdidin, kesaxê wan, ebayê wan yê Pîrên Êzdiyan e û çi qas bextreşiya li Kurdistanê heye, ji roja bêbextiya Kîros li xalê xwe Astyages û heta îro, ev welat bûye çavkaniya bûyerên drametik, ev gel bûye bizina nojek û yê tê li wan dide, yên diçe li wan dide…