Folklora Kurdî

19,54  16,61 
-15% Erzanî

ISBN: 9786054497669

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS269
Status2 Di stokê de hene
Categories, ,

Folklora Kurdî-Sadiq Bahaeddîn Amêdî

Folklora netewekî, dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye.
Folklora Kurdî jî, yek ji wan xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye – 1982 Bexda) ye.

Ev berhem ji aliyê nivîskar û rewşenbîrê hêja Ziya Avci, ji tîpên Erebî ve bo tîpên Latînî hate transkirîn. Di esnaya tîpguhêziyê de, bi armanca parastina qîmeta folklorîk û devoka bingehîn, awayê nivîsandina bêjeyan hat parastin.

Beşa Yekem

Di beşa yekem de, destanên Kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û din têne pêşkêşkirin. Waryantên wan li cihên cihê yên Herêma Behdînan û di nav xelkê de tên gotin.

Beşa Duyem

Di beşa duyemîn de, gelek çîrok an destan hatine berhevkirin. Mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ew ji “Defterêt Cegerxwîn” veguhastin. Tarîxa veguhastinê wan çîrokan, salên 1960’î ne. Zimanê van çîrokan jî, Hawara Mîr Celadet Bedirxan e.

Beşa Sêyem

Di beşa sêyemîn de, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên pêşkêşkirin. Van çîrok û destanan qîmetek mezin hene. Taybetmendiyeke xas ya bo wêjeya Kurdî ev e ku: gotinên wan bi kilamkî û bi awayê adetî ya normal tên peyda kirin. Ev kilamên han xwediyê wezneke taybetî ne, ku tenê di çîrok û destanên Kurdî de tên dîtin.

Ji ber vê yekê jî, ev berhem dê bi kêrî pispor û lêkolîneran be.

Sadiq Bahaeddîn Amêdî, yek ji zanayên hêja yên Herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ye. Bi salan, gelek bi dil û can xizmeta Zaravayê Kurmancî kiriye. Di vî warî de, ji bilî kitêban, çendîn makaleya wî yên hêja jî hene ku di kovarên cihê cihê yên Kurdî de hatine weşandin.

 

Ji bo hemû berhemên  Lîs Yayınevi vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Sadiq Bahaeddîn Amêdî vir bitikînin

Agahî

Weight 0,40 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613