Folklor û Ziman 4

11,00  9,35 
-15% Erzanî

ISBN: 26676435

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUMEZO-025
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Folklor û Ziman 4

Di vê hejmara çarem da, gotarên zanistî, wergêran, analîza berheman û nirxandina pirtûkan hene. Em dikarin bi kurtî wan weha vebêjin:

  • Yasin Duranî di gotara xwe ya bi navê “Analîza Çîroka Mihemed Begê Spîvanîyê li gor Çar Fonksîyonên Folklorê yên William R. Bascomî”yê da, bi xebateka sehayî hem çîroka “Mihemed Begê Spîvanê”yê qeyd û deşîfre kirîye û hem jî analîza wê li gor teorîya William R. Bascomî kirîye.
  • Şukrî Yilmazî di gotara xwe ya bi navê “Zêmarên Kurdî yên Kafkasya û Herêma Mêrdînê: ji Hêla Teşe, Naverok û Zimanî ve”yê da, bi materyalên her du herêman, naverok, teşe û zimanê zêmaran, berawird û analîz kirine û li gor keresteyên ku li ser xebitîye, hin encam pêşkêş kirine.
  • Lokman Kalanî di gotara xwe ya bi navê “Dem di Devoka Torê da”yê da, li ser materyalên sehayî yên devoka Torê, bikaranîn dem û xuyangên rêzimanî analîz kirine.
  • Akademîsyen Mustafa Aslan û Ayhan Yildiz di gotara xwe ya bi navê “Nirxandina Kurteçîrokên Mela Mehmûdê Bazîdîyî yên bi navê Durru’l-Mecalîsê”ê da, hem li ser jîyan û giringîya Mela Mehmûdî sekinîne hem jî 84 çîrokên ku di arşîva destxetan ya Aleksandre Jabayî da peyda bûne, ji çend alîyan ve analîz kirine.
  • Di vê hejmarê da, gotareka wergêrayî jî çap bûye. Gotara Yaron Matrasî ku ji bo rêzimana kurmancî xebateka giring e û bi îngilîzî hatibû nivîsin, ji hêla Umran Altinkiliç û Sinan Gultekînî ve hatîye wergêran.

Di beşa nirxandina pirtûkan da jî du pirtûk hene:

  1. Deniz Gunduzî ya ku li ser zimanî hatîye nivîsîn û berawirdîya zimanê avestî û kirmanckî dike û xebateka etîmolojîk e, ji alîyê Pinar Yildizê ve bi dîyalekta kirmanckî hatîye nirxandin.
  2. Pirtûka Dîyarî Asûrê ye ku xebateka berhevkarîyê ye û li ser çîrokên herêma Êlihê ye. Ev pirtûk jî ji alîyê akademîsyen Ayhan Yildizî ve hatîye nirxandin.

Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman ,
Isbn

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613