Folklor û Ziman 3
“Folklor û Ziman“, ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da, xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.
Di çarçoveya folkora kurdî da, mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî û herweha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da û hwd dihên weşandin. Di çarçoveya xebatên zimanî da jî her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih digirin.
Di vê hejmara sêyem da, gotarên li ser folklor û zimanê kurdî, nirxandina pirtûkan û analîz û deşîfrasyon hene. Gotarên ku di vê hejmarê da cih digirin weha ne:
- “Varyantê Qiral Oîdîpusî yê Kirmanckî û Sînorê Nasnameyê Kulturî” (Nadîre Guntaş Aldatmaz)
- “Navên Jîngeh û Teşeyên Erdnîgarî li Herêma Dêrikê (Lêkolîneka Onomastîk)” (Serdar Öçal)
- “Lîstikên Zarokan yên Qedîm û Berdewamîya Wan li Devera Hekarîyê” (Kenan Subaşı)
- “Geşedana Hişî û Zimanî di Serdema Zaroktîya Pêşîn da” (Cemil Güneş)
- “Destnivîska Mela Mistefayî ya “Rahênanên Zimanê Kurdî” (Nirxandin, Metin)” (Mikail Bülbül-Mustafa Öztürk)
Di beşa nirxandina pirtûkan da jî du pirtûk hene. Yek jê ya Nadîre Guntaş Aldatmazê ye ku romaneka kurdîya kirmanckî ye û bi navê “Pîltane” ye û Surya Human nasandin û nirxandina wê kirîye. Pirtûka din jî ya Xêrî Şengalîyî ye ku bi navê “Li Çiyayê Şingalê Qebqeba Kewê Nêr e, Komeka Têkistêt Folklorê Êzdiyan” e û Hikmettin Atli nasandin û nirxandina wê kirîye.
Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin