Alfabe, rêziman û ferheng; sê stûnên zimanekê ne. Ferheng; xezîneya peyvên zimanekê an jî zimanan e. Digel awayê gotin
û nivîsandina peyvan rehê wan jî bi bingehî berhev dike, bikaranî nên wan ên cuda nîşan dide. Bi rastî ferheng tenê peyvan
nade nasîn ji aliyekê ve jî çand û zimanê gel jî derdixe holê. Ferheng bîra gelan e. Wisa tê xuyakirin ku heya mirovahî
hebe ji bo nasandina civak û zimanê civakan lazim e ku peyvên di nava gel de tê bikar anîn bên berhevkirin û qeydkirin. Amadekirina
ferhengan, karekî zehmet e û zêde hesasiyet dixwaze.
Di salix û diyarkirinan de heke hevkêşe neyê pêkanîn, xeletiyên mezin çêdibin. Bo nimûne îhmalkirina bêhnokek bi serê xwe dibe
sedema pirsgirikeke mezin. Ji ber vê jî, ji hilbijartina peyvan heta nivîsandina wan, ji dorkirina xalên hundir heta salix û diyarkirinên
ku hatine kirin, di her gavê de pêwistiya baldariyê heye.
Piştî van xalên girîng, ji bo pêkhatina ferhengeke baş, pêwist e ku rêbazeke tekûz jî were şopandin. Di qadeke ev qasî hessas de, nehêsan
e ku mirov berhemeke bêqusûr amade bike. Demeke dirêjû sebreke fireh lazim e.