Ferhenga Têgehên Felsefî-Kolektîf
Heta niha di qada kurdolojîyê de, her çend ferhengên cur bi cur hatine amadekirin, ferhengek taybetî ser têgehên felsefeyê hîn jî tune ye. Ev valahî, motîvasyona nivîsina vê berhemê ye.
Di vê berhemê de, xwînerên Kurd dê têgehên felsefî yên herî sereke û bingehîn bibînin. Ji ber ku têgehên felsefî di damezirandina hizr û ramanê, pêşvebirina şaristanî û mirovahîyê de pêwîst in, girîng in, lazim e ku xwînerên Kurd jî bi zimanê xwe van têgehên felsefî hîn bibin.
Ji alîyek din ve, têgehên felsefeyê di heman demê de pêvajoya dîroka felsefeyê jî dihewîne. Lewra, zanîna têgehên felsefî di heman demê de zanîna dîroka felsefeyê ye, û derkandina wan bi derkandina wê re girêdayî ye.
Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınevi vir bitikînin
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613