Evîna Mêrxasekî

18,23  16,95 

ISBN: 9786057535689

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUlis2600
Status4 Di stokê de hene
Kategorî

Îbrahîm Osman, bi derengî be jî, piştî berhevkirina gelek lêkolîn û ezmûnan, li ser hev pênc roman nivîsandine, ku Weşanên Lîsê romana wî ya pêşîn a bi navê Evîna Mêrxasekî vê pêlê bi awayekî xweşik çap kir. Romana bi navê Evîna Mêrxasekî ne romanek e mirov bikaribe wekî deqeke ezmûngerayî bihesibîne, lê ji ber ku li ser babeteke ku ji me tevan ve nas e, bi Kurdiyeke ku dê firêqetiyê bide xwendevanên Kurd û piştî lêkolînine li ser wêje û dîroka me ya devkî ya sê sed salên dawî hatî kirin hatiye nivîsandin, bi raya me, em bi her awayî dikarin vê berhemê bi hêsanî li silsileya romanên Kurdî yên bedew zêde bikin. Babeta romanê evîna Dewrêşê Evdî yê Êzdî û Edûla Misilman e, ku romannûsê me, wekî gotina Mem û Zîna Xanî’yê gewre, fesane kiriye behane û qala pêwendiyên şer û aştiyê, evîn û nefretê, talan û bac û qemçûrê, destbirakî û dijminiya eşîrên Kurd, Ereb, Turkmen û dewleta Osmaniyan kiriye. Wekî em pê dizanin, babeta Dewrêş û Edûlê ev deh salên dawî ye li ba Kurdan gelekî populer e, wekî kilam û çîrokeke hema hema li hemû navçe û herêmên Kurdistanê belavbûyî, beriya niha jî bûbû babeta romaneke din, ku ji aliyê Eyup Kiran ve pênc sal berê hatibû nivîsandin û çapkirin. Bi qasî ku em dikarin bibînin, ev çîrok, salên 2000’î wan çaxan bû, bi pêşniyara pêşengê Kurdan, rêzdar Evdila Ocalan, bi derengî be jî, kete rojeva Kurdan. Va ye tê dîtin, her çend pêwîst e pêşî rewşenbîr û nivîskar van babetên neteweyî beriya her kesî bibînin, ev çavkaniyên me yên hêja û têrzeynet dê bêtir werin peydakirin, dê bibin roman, çîrok û babetên kursiyên lêkolînên zanyarî. Îbrahîm Osman bi romana xwe ya bi navê Evîna Mêrxasekî ve di vê kêşe û giriftê gihiştiye, ji bo romana xwe li bingehên dîrokî, kilaman, erdnîgariyê, kesayetî û bûyeran kolaye, ev romana ku bi zimanekî epîk, bi Kurdiyeke dewlemend û bi tevneke ku li ser xwendevanan hukim bike hatiye vehûnandin nivîsiye.Dema ku xwendevan vê romanê bixwîne, ew ê bibîne bê romannûsê me çi qas hewl daye, da ku qonaxeke nasnava Kurd di nava tixûbên romannûsiyê û wêjeyê de bide xwendevanên Kurd, ku gelek caran bi xewtêşkê dikevin, bi têra xwe xwe bernadin gerdûna zimanê Kurdî yê ku li afirandina gelek berhemên bilind tê û dê bê!

Agahî

Weight 0,55 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Sal
Isbn
Pîvan

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613