Êvara Zivistanê

21,46  19,96 

ISBN: 9786059014403

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-041
Status2 Di stokê de he ne
Kategorî

Bager telpê davê’ esmên –
Bagerînk tev rakirî –
Ha dehbekî dike zûkîn,
Ha nolanî zar digirî,
Ha li qesela li ser ban dixe,
Dike dewî û dengî,
Ha li pencereya tam dixe
Mîna rêwîyê derengî.

 

Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd, helbestên wî (1985 – 1997) û beşek ji hemû wergerên wî yên navdar (1963 – 1997) bi xwe digire.

Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2’yê Sermaweza 1934’an de li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bûye. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşîyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wek malbateke Kurd-Êzdî li gel Kurdên Êzdî yên din û Ermenîyên wê deverê derbasî alîyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, li Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kirîye. Zarokatîya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çîyayên Kurdan ên li alîyê Ermenistanê de derbas bûye, vê yekê jî hiştîye ku ew bibe tebîyetbêjekî yekta.

Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955’an de li Enstîtuya Pedagojîyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kirîye. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kirîye, dest pê bûye helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar û temendirêj de weşîyane. Wî di sala 1960’î de enstîtu kuta kirîye. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kirîye. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961’ê de hatîye çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotîya xwe ya di jîyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bûye, rojekê girtîye hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandine.

Agahî

Weight 0,75 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Isbn
Pîvan
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613