Esmanê Sor – Şahidên Komkujîya Gelîyê Zîlan 1930

12,32  -10% 11,09 

ISBN: 9786054765645

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUDOZ-036
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Esmanê Sor Şahidên Komkujîya Gelîyê Zîlan 1930 NİHAT GÜLTEKİN NİHAT GÜLTEKİN DOZ DOZ DOZ Di van salan dawîn de der bareyê Komkujîya Zîlanê de çend lêkolîn û pirtûk li Tirkîyeyê hatine weşandin. Ev hemû bi Tirkî bûn. Lê belê nivîskar û lêkolînerê Kurd Nihat Gültekin niha çawa em li vir dibînin cara pêşîn ev dîroka bi Kurdî nivîsîye. Bi rastî dîroka Kurd divê bi Kurdî bê nivîsîn. Zimanê dîrokê jî tenê wiha dikare pêş de here. Nivîskar ev çend sal in li ser vê mijarê kar dike, bi dehan kesan re hevpeyvîn pêk anîye ku bûne şahidê vê komkujîyê. Hin kes ji wan, wekî nivîskar jî dîyar dike, di van salên dawîn de wefat kirine û xwe negihandine dîtina çapa vê pirtûkê. Qedera nivîsa devkî wiha ye. Gelek kesên salbuhûrî bi lez ji nav me bar dikin û diçin rehmetê. Ji ber vê, divê em destê xwe sivik bigirin û xwe bigihînin wan Kurdên ku bûne şahidê dîrokê û hê jî dijîn! Ji ber vê sedemê ev karê ku Nihat Gültekin pêk anîye hêjayî pesindayînê ye. Em navê vî nivîskarê Serhedî ji zû de dinasin. Der bareyê Serhildana Agirîyê û Komkujîya Gelîyê Zîlanê de xebatên Nihat Gültekin her berdewam in. Nihat Gültekin di 90 salîya pêkhatina Komkujîya Gelîyê Zîlanê de pirtûk û belgefîlmeke balkêş weşand (2020). Nivîskar pergalek da wan gotinên Tahir Nas, yek ji wan şahidên Komkujîya Gelîyê Zîlanê û di dawîyê de wekî pirtûkeke cihê weşand (Lîs, 2020). Ez hêvî dikim ku em ê di pêşerojê de gelek berhem û pirtûkên nû yên Nîhat Gültekîn bibînin û bi kêfxweşî bixwînin. Rohat Alakom

Agahî

Weight 0,30 lbs
Weşanxane
Isbn
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613