Eşira Reşkotan

13,47  12,53 

ISBN: 9786055053857

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNU-111
Status1 Di stokê de hene
Kategorî

Xwendevanên hêja! Di cîhanê de bi hezaran netew hene û her netew, li gorî xwe xwedî taybetmendiyên serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyên xwe, ji hevûdu cuda ne. Gelê Kurd jî di nava xwe de gelek cudahî û taybetmendiyan nîşan dide. Yek ji wan hebûna eşîran e. Herçiqas peyva “eşîr” ji Erebî jî were, lêbelê bi girseyî di nava zimanê Kurdî de cih girtiye, ewqas ku di nava Kurdan de bûye peyveke sereke û rojane. Di roja îro de herçiqas gelek Kurd bi eşîrên xwe têne naskirin jî, lêbelê di tevgerên eşîran de gelek guhertin çêbûne. Di dema borî de her eşîrek serokekî wê hebû. Ew serok, bi serê xwe her tişt bû, lê îro rewş cuda ye; gelek eşîr hene bi tenê navê wan maye. Hinek eşîrên hêla Colemergê, Şernexê belkî hîna jî wek berê ev kevneşopiya wan didome, bi taybet yên ku bi eşîrên ser xeta navbera Îraq, Îran û Sûrî ve cînar in. Herçiqas di eslê xwe de ev eşîr yek in, lêbelê dagirkeran ew ji hev qetandine. Eşîra Reşkotan jî di roja îro de, guherînên zahf mezin tê de çêbûne. Eşîra Reşkotan, eşîreke ji heft bavikan pêktê, her bavik, çend heb gundên wan hene. Herçiqas di roja îro de, her bavikek serokekî wan jî hebe, lêbelê ev serok di eşîrê de ne her tişt e. Mînakeka ber bi çav, di roja îro de ev eşîrên ku em behsa wan dikin, di hilbijartinan de serok bigota çi, ya rast ew bû. Lê eşîra Reşkotan ne wisa ye; herkes dikare di her partiyê de cih bigire û ev jî ne sedemê nakokiyê ye. Ez bi xwe ji eşîra Reşkotan zahf ne dûr im. Yek, dayika min ji bavikê Reşkotanan, Balîcankî ye. Duyem, gundê ku ez lê mezin bûme cînarê Reşkotan e. Bavê dayika min di salên piştî heştêyan de mir. Dayika wê jî di salên piştî nodan de mir. Min ew zahf dîtine. Di nava pirtûkê de, tiştê ku ji min re gotine ezê binivîsim. Ez karim bibêjim, bi saya ev bapîr û dapîra xwe, ez ji Reşkotiyekî zahftir bi halê Reşkotan dizanim. Belê, ji boyê ku ez eşîra Reşkotan û heft bavikên Reşkotan baş nas bikim, li tevekê Reşkotan, li bal van bavikan geriyam. Min bi rûspiyên van bavikan re yek bi yek hevdîtin pêk anîn; tiştê ku wan gotin, min jî nivîsand û carna jî min gotinên wan datanî ber yên ku min ji bapîr û dapîra xwe bihîstibûn. Li Reşkotan, mala ku ez çûmê, min vexwandin goştê berxan û elokan. Ez ji malekê bi tenê jî bêyî xwarina goşt ranebûme; lêbelê ji vanan yek nayê jibîrkirin: Dema ku ez çûme gundê Balika cem bavikê Şêxikan, ew roj daweta kurê malê bû. Beroşa goştê berxan li ser agir bû, ji min re gotin, “Ma tu ne birçi yî?” Min got, “Na, ez ne birçî me.” Li dîsa gotin, “hema hinek dohnê berxê, goştê berxê em ji te re bînin.” Min bêyî dilê xwe got, “neynin”, lê anîn. Ma ez çi bibêjim; min gotibû, ez ne birçî me, lê ew dohn û goştê berxê dilê meriv dikêşa, min nanekî tenûrê bi wê firaqa dohn û goşt re xelas kir…

Agahî

Weight 0,24 lbs
Kategorî ,
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Weşanxane
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar