Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim

7,75  6,59 
-15% Erzanî

ISBN: 9786052246511

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-77
Status3 Di stokê de hene
Categories,
Kela Dimdim û serhildana Emirxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê tarîxa kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweyê kurd e, heta çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin, Kela Dimdimê bêhtir di çarçoveya folklor û edebiyata devkî de maye. Bereksê kurdî, hê wî çaxî (1609) çavkaniyên girîng ên farisî hene. Yek ji van “‘Alem Araya ‘Ebasî” ya Eskender Begê Turkmen Munşiyê Şah Ebas ku nivîskar bixwe di yekem dorpêçkirina Kela Dimdimê de pişikdar bûye. A duyem “Ruznameya Mela Celal” e ku nivîskar munecimê Şah Ebas e, pir nêzîkî wî ye û pê re pişikdarî gelek şeran bûye. Herdu jî wek romanên tarîxî dorpêçkirin û şerê kelê, xweragirtin û berxwedana Emîrxanê Biradostî pir xweş radixin ser rûpelan.
Elî Teter Nêrweyî ligel wergera beşên li ser şerê Kela Dimdim ên van herdu kiteban, pêdaçûyinek di mêjûya Sefewiyan de dike, berê me dide pêwendiya kurd û sefewiyan a berî şer, bi tafsîlat li ser hersê serhildanên Dimdim, komkujiyên piştî şer, guhertina demografya Kurdistanê û qirkirina Mukriyan disekine. Di beşa dawî a kitebê de kevintirîn beyta Dimdim a Feqiyê Teyran ku bi serhildanê re hevçerx e, beytek ji devera Dihokê û du stranên li ser Dimdim jî hene.

 

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Ziman
Sal
Werger
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613