Di esmanê helbesta kurdî da, stêra nayab a helbestvanê gewre Ehmedê Xanî wekî gewhersedefekê diteyise.
Xanî ne tenê helbestvan bû lê belê ew rewşenbîrê çax û dema xwe bû. Wekî helbestnivîsekê kurd ku zimanê wî yê dayikê di nav zimanên serdest ên li hawirdorê da bênirx û bêqîmet bûbû, wî dikarî mîna rewşenbîrên dema xwe bi erebî yan bi farisî binivîsa, belam wî rêya sengistanê girt û berê xwe da kurdîyê; ev dane û şahkar li pey xwe ji mêr û jin û zarokên kurdan ra hêlan.
Xanîyî di hizir û helbestên xwe da tenê xizmeta miletê xwe kiriye. Wekî ku rêberekê netewî be, di kirasê helbestvanekî da, doza serwerî û serfirazîya gelê xwe kiriye.
Ji alîyê şêweyê ve, Ehmedê Xanî hemû teql, kêşan û pêlawazên kurdîyê di helbestên xwe da hewandine û bi nav kirine. Bi vî awayî, wî asoya pêlawazan bi firehî li ber helbestvanên li dûv xwe vekiriye.
Para zêde ya vê xebata me giranî daye dirustkirina teql û kêşana helbestên Xanîyî, çiku li gor şopandin û xwendina beşekê mezin ê berhemên li ber destan, me dît ku hemû nusxenivîs, xebatkar û şirovekaran kêmanîyên mezin di kêşana helbestên Xanîyî da kirine. Me jî hewl da –li gor hêz û zanîna xwe- van kêmanîyan derbas bikin. Gelo em çiqasî di vê yekê da bi ser ketine? Ev nirxandin a xwîner û lêkolînerên hûrbîn e.
Em kêfxweş û bextewer in ku em -piştî xebat û westîyaneka zor- vê nusxeya berhemên giştî yên Ehmedê Xanî -ku em hêvîdar in kêmşaşîtî be- li pirtûkxaneya kurdî zêde bikin û bigihînin ber destê xwînerên kurd ên hêja.