Êdî Dereng Bû

15,74  13,38 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059014199

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-167
Status3 Di stokê de hene
Categories

Êdî Dereng Bû-Emerîkê Serdar

Di çîrokên vê berhevokê de, wekî di hemû berhemên xwe de jî, Emerîkê Serdar zimanekî afirîner, zelal, fêmbar û nêzîkî gîyan û ramîna civakê bi kar tîne. Ev şêwaz, nivîskarîya wî li ser dilê xwîneran şîrîn dike. Di her çîrokekê de, Emerîkê Serdar nîşan dide ku ew nivîskarekî zana, nêzîkî êş û mijûlbûnên gelê xwe ye. Ew dizane kengê û çawa destê xwe dayne ser birînê, bibe vebêjerê jan û xerîkbûnên civaka xwe.

Pirtûka “Êdî Dereng Bû”, berevoka çîrokên teze û rastgir e. Di vê berhemê de sêzdeh çîrok ne, ku hemû bi neqiş û nîgarên hûr têne afirandin. Hin çîrok ji heqê dayîka xebathez û xemxwir re ne; Emerîkê Serdar li vir jîyana dayîkê, xem û xeyalên wê, dilovanî û dilnazikîya wê bi dirêjîyeke temaşevanî digerîne. Ew dide dîyar ku heta zarok mezin nebin, ew ê fêm nekine çi ye dê û bav bûn, û tu carî keserkêşîya xemxwiriya dayîkê nagihêje.

Bi zimanekî civakî û rastîgirîyeke nazik, çîrokên Emerîkê Serdar li deriyê dilê me didin. Vê berhevoka “Êdî Dereng Bû” berhevoka duyem a Emerîkê Serdar e ku ji çend çîrok, neqiş û nîgarên hûr pêk tê. Di sala 1979’an de li Êrîvanê bi tîpên Kirîlî hatî çapkirin; niha jî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve, bi tîpên Latînî derdikeve ber xwênerên Kurdan.

 

Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin

Ji bo hemû berhemên Emerîkê Serdar vir bitikînin

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar