Çawa dihat, ez ewqasî hewl bidim tu mesrefan nekim, li dibistanê
tostekê nexwim, ji dikanê çiqolatayekê, gofretekê, piskewîtekê nekirim, roja îdiyê li sûkê kebab û doneran nexwim û nuha bavê min bibêje “lawê min têrî nekirê û divê tiştekî hêja ez jî li ser zêde bikim!” ya hesabê min şaş bû ya bisiklêt pir buha bû. Em gihîştin
malê. Bavê min mesele ji diya min re jî vekir. Ji bo ku min li ser bisiklêtê ragirtibû hinek gazind dikirin. Diya min jî aliyê min digirt. Ji bavê min re got “hinek pereyê min heye nebû em ê wê jî têxin ser û bisiklêtekê ji lêwik re bikirin.” Diya min heta nuha qet nîşanî min nedabû ku dixwaze bisiklêt ji min re bê kirrîn. Îşev wexta
ku dît moralê min tune û min şîv jî nexwariye hew îdare kir û pereyên
xwe yê ku ji bo rewşeke acîl hilanîbû, wê ji bo min xurde bikirana.
Piştî vê biryarê diya min bi bişîrînekê li min nerî û pirsî “îcar jî tu tiştekî naxwî, tu hîn ne birçî yî?” Diya min wek diya her kesî bi min zanîbû. Zanîbû ez birçî me û ji ber ku moralê min xera bûbû mahdê min nediçû xwarinê. Rabû çû midbexê. Hîn tîn di xwarinê de hebû ne hewceyî germkirinê bû. Danî ser sifreyê ji min re anî. Îjar ma ku bibe roja lehdê û ez û bavê xwe bi hev re herin sûkê û ji min re bisiklêtekê bikirin. Bavê min tenê roja lehdê betal bû û ji bo wê rojê jî divê ez sê rojên din bisekiniyama. Gelo wê kengî bibûya lehd.”