Di nava sala ku me li du xwe hişt de, yek ji mijarên ku ji hêla rewşenbîrên kurdînûs(1)ve herî zêde nivîs li ser hatin nivîsandin jî mijara duzimaniyê bû. Di nivîsên li ser vê têgiha ku ji ber reaîletaya kurdan diyare ku dê hê demeke dirêj di rojevê de bimîne, gelek fikr û ramanên cihêreng û girîng hatin derbirin û pêvajoya duzimaniya ku kurd dijîn wekî gaveke ber bi mirina zimanê kurdî ve hate nirxindin. Nivîsên têkildarî nîqaşa navborî wekî pirtûk hate amadekirin û ji hêla weşanên Hîvdayê ve hate çapkirin.Li ser terîfa duzimaniyêBerî ku der barê naveroka nîqaşê/pirtûkê de hin agahiyan bidim, ez dixwazim bi kurtasî li ser wateya têgiha duzimaniyê bisekinim. Her çi qas di nava pisporên têkildarî mijarê de li ser terîfa duzimaniyê li hevkirineke giştî tune be jî di Ansîklopedî û Ferhenga Larousseya Mezin de duzimanî wiha hatiye terîfkirin: “Rewşa kesê ku karîna bi awayekî herikbar axaftina bi du zimanên cihê bi dest xistiye (duzimaniya takekesî); rewşa civakekê, herêmekê yan jî welatekî ku du ziman lê tê axaftin (duzimaniya civakî)”(2). Heke em li gorî vê terîfê li rewşa kurdan mêze bikin, em bi rihetî dikarin bibêjin ku civaka kurd civakek duziman e(3). Lê îcar di berdewama terîfa duzimaniyê ya Meydan Larousseyê de, di paragrafa terîfa ji bo duzimaniya civakî de wiha tê gotin: “Dema ku têgiha duzimaniyê ji bo civakekê tê bikaranîn, li ser bingeheke wekhew (herî kêm di warê sazîtî an jî hiqûqî de) bihevrebûna zimanên navborî di nava xwe de dihebîne…” Îcar di vir de em dikarin bibêjin ku duzimaniya civaka kurd bi temamî rewşeke fiîlî ye, ne di warê sazîtî de, ne jî di warê hiqûqî de tu bingeheke wê tune ye. Ji xwe di makeqanûna Tirkiyeyê de zimanê kurdî bi tu awayî cih nagire, berevajî vê rewşê wekî zimanekî tekane tirkî li ser kurdan tê ferzkirin, kurdî tune tê hesibandin… Lê di fermiyetê de nebûna kurdî nikare realîteya heyî biguhere.
.
.
.Dawud Rêbiwar