Dozdeh Çirk

5,01  -10% 4,51 

ISBN: 9786056211287

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-068
Status3 Di stokê de hene
Categories

Dozdeh Çirka Sîdar Jîr ji neh çîrokên ku em wekî “çem-çîrok” dizanin hatiye honandin. Nivîskar ji destpêka nivîsandina xwe heta niha – ku em di çîrokên wî de jî dibînin – her dem li deriyên ku berê Kurdiya reş bidin asoyên firehtir dide û ji bo vê yekê jî her dem di çîrokên xwe de di nava lêgerînê de ye.

Sîdar Jîr di Dozdeh Çirkê de jî bi me dide hiskirin ku zimanê wî yê çîrokê zimanekî resen e û reng e ku bandora gelek wergerên ku wî ji Îngilîzî û Tirkî kirine rê li ber wê yekê vekiribe, da ku Sîdar Jîr bêtir hewil bide berê xwe, berê çîroka xwe û berê Kurdî bide asoyên dîtir.

Di Dozdeh Çirkê de jî, Sîdar Jîr bi mijarên balkêş û çîrokên ku bi awayekî surprîz xwendevên carinan li erdekî reş dihêlin, carinan dikin ku xwendevan bi her du destan çavên xwe bigire fedî bike û carinan jî dikin ku xwendevan mit bibe di encama çîrokan de.

Nivîskar Sîdar Jîr bi Dozdeh Çirkê li pey e ku çeşnekî nû li kurteçîroka bi Kurdî zêde bike. Lewma jî ev pirtûka wî ji neh çîrokên ku hemû bi hev ve girêdayî ne pêk tê û ev yek jî di wêjeya me de gaveke nû ye.

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Pîvan
Sal
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar