Dîroka Wêjeya Kurdî Agahî
Pêşgotina Enstîtuya Kurdi
Ev pirtûka li ber destên we di mercên awarte de hate çapkirin. Nivîskarê pirtûkê gorbihust Feqi Huseyn Sagniç piştî ku nivîsandina pirtûkê bire serî û ew radesti rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kir, xwîn rijiya ser mejiyê wî û pişti ku çend mehan di nexweşxaneyê de ma, koça dawin kir.
Rêveberên saziyê di wan mercên nazik û hestiyari de xwestin pirtûkê di zütirin katê de bidin ber çapê û bigihînin ber destê nivîskarê wê da ku qet nebe nivîskar berhema xwe bi çavên serê xwe bibîne. Belki ev yek hêz û şiyanê bide wî ji bo ku ji vê nexweşiya kambax rizgar bibe, bi ser hişê xwe ve were. Ji ber vê yekê jî pirtûk bi lez û bez hate amadekirin û piştre jî hate çapkirin. Gorbihuşt Feqi Huseyn Sagniç ev berhem bi çavên xwe dit û kêfxweşiya xwe ne bi gotinan be jî bi hêstiran çavên xwe nîşan da.
Piştî ku pirtûk çap bù, hate ditin ku di warê rêbaz û naverokê de tê de hinek kêmasiyên berbiçav hene. Li ser vê yekê Enstîtuya Kurdi ya Stenbolê komisyoneke lêhûrbûn û nirxandinê ava kir. Vê komisyonê jî der barê pirtûkė de raporek amade kir û ev rapor wekî daxuyaniyekê di nav pirtûkê de hate belavkirin. Di wê raporê de ev kêmasî û şaşî hatine destnîşankirin:
• Nivîskar, Dûgela Benidolef, Dûgela Deylemî û ya Eyariyê weke dewletên kurd dane nîşandayîn. Lê diyar e ku hê jî gelek nîqaş li ser vê yekê hene.
• Di pirtûkê de dabaşa Dûgela Êzidiyan tê kirin, lê tê zanîn ku bi vi navi dewleteke kurdan çênebûye.
Niviskar, Mirekiya Erdelan, Baban û ya Xaldiyan weki dewletê nîşan dide. Lê diyar e ku ev ne dewlet in, mirek in.
*Pirtûka Sidiq Borekeyi – Sefizade ya bi navê “Mêjûyî wêjeyî Kurdi” ku
ji aliyê İkram Balekanî ve ji zaravayê Kurmanciya Jerin (Sorani) hatiye wergerandin, bi awayekî şaşî wek xebateke nivîskar di Diroka Wêjeya Kurdi de cih girtiye. Ji lew re çavkaniyên nivîskar Sidiq Borekeyi weke çavkaniyên Diroka Wêjeya Kurdî tên xuyakirin. Lê li vir bêhemdî nivîskar çewtiyeke mezin hatiye kirin.
Niviskar, di pirtûkê de dabaşa hinek belgeyan dike, le der heqë van belgeyan de tu agahiyan nade.
Di pirtûkê de di rêzkirina dûgel û hozanan de şaşiyek heye ku bala mirov dikişine.
Her çiqas navé pirtüké Diroka Wêjeya Kurdi be ji, niviskar ji bill hozanan cih nedaye wêjevanan, an ji gelek hindik cih daye wan. Di gel v rastiyê gelek helbestvan û wêjevanên navdar di pirtûké de cih negirtine
Niviskar, nüktedan weke wêjevan û berhemên wan ji wêjeyl nehesibandine. Ji ber vê yekê qet dabaşa van kesan nekiriye û di xebata xwe de cih nedaye wan. Lê diyar e û baş tê zanîn ku nûktedani parçeyek ji wêjeye ye.
Di gel van xalan ji komisyon gihaştiye wè encamê ku “Diroka Wejeya Kurdi her çiqas weke antolojiyeke ji sedi sed ne li gori şêwazeke zanis hatibe nivisin ji, xebateke héja ye.” Niviskaré vé pirtüké Feqi Huseyn Sagniç, hem bi helwesta xwe ya dilsoz
welatparêz, hem jî bi berhemên xwe yên der barê ziman û wêjeya kurdi de jayi pesindan û berznirxandinê ye. Apè Feqi ji weki gelek şoreşger i rewşenbîrên ji heman nifi di mercên geleki giran de xebat kiriye. Berhemèn xwe bi salan di mercên nehêni de amade kirine. Hin caran keda wî ya bi salan ji hela hêzên dewletê ve hatiye destserkirin û tunekirin. Her wiha ew ne li her destin akademisyenên rojavayi, lê belê li ber destên seyda û alimên kurd én li medreseyên Kurdistané perwerde bûye. Heçi warê ziman û wêjeya kurdi ye, her weki Ehmedê Xanî dibêje, ew di vi warî de “xudriste ne, ne perwer” ye. Li gel van mercan ji Apé Feqi hewl daye ku xebatên xwe bi rêbazeke nujen amade bike, di vi warî re guh daye rexne û hişyariyan. Lê pêk werin û cihê xwe bibînin.
û
wisa xuya dike ku mercên awarte wê demê, nehiştiye ku ev rexne û hişyari kêmasiyên ku me li jorê çêli wan ni ve didin ber çape.
Ev berhema li ber destên we tevi kir ji berhemeke heja ye û di warê xwe de berhemeke giring e. Ji ber vê sedemê û ji ber hest û helwesta me ya ji bo biranina Apé Feqi, em vê berhemê bi awayeki xwerů ji
Enstituya Kurdi ya Stenbolê