“Hizirîna min a li ser “Dîroka Wêjeya Kurdî” li heyama zaroktîyê vedigere. Ji hingê ve hogirî helbestê bûm. Bi min, helbest ji esmanan dadiket xwarê, helbestvan jî şandîyê Xwedayî yê li ser erdê bû.
Her kesekê dîroka wêjeya neteweyeka taybet binivîse, naveroka pirtûkê bîr û bawerî, nêrîn û hizirên xwedîyê xwe vedihewîne. Bi ser da jî rêbaz û şêwaza ku min di vê berhemê da bi kar anîye, taybet e bi min û divê wiha be.
Armanca min ji nivîsîna vê dîrokê ew e ku bibe çavkanîyek ji bo dibistan, zanîngeh, akademî, ferheng û ensîklopedîyê. Loma tenê agahîyên rast li ser helbest û helbestvanan li xwe digire. Eger me her bîr û bawerîyeka çavkanîya vê mijarê rast nedîtiba, me nîşan nedida. Çinku mebesta me ne rexneya wêjeyî û danberhev e, lê belê merema me dîroka wêjeyê ye.
Eger arîşe û pirsgirêkên mezin di mînakên wêjeyî da nebin, mebesta min mînakên nola belge û nimûne ku di vê pirtûkê da hatine tomarkirin, hingê me hewl nedaye wan şirove bikin. Lê berevajî vê, eger hindek dijwarî di wan da hebe û xwînerê normal ji wan fêm neke, wî çaxî me hewl daye li jêr bi navê “ango”yê wataya wan rêz bi rêz şirove û zelal bikin.
Me di vê “Dîroka Wêjeya Kurdî” da, qelşeka mezin tijî kirîye, xasma me daye aşkerakirin ku toreya neteweya me di 1000 salîya temenê xwe da ji Baba Tahirî berdewam bûye heta gihîştîye roja me ya îro. Dema di navbera helbestvanê yekem û ronesansa wêjeya kurdî ya bakur da, bi wêjeya olî ya Yarsan û çend helbestvanên dîyalekta goranî tijî bûye.”