Erasmûs’î, di berhema xwe ya bi navê “Pesnê Dînîtiyê” de, ew, ango dîn, di ser qral, zanist û filozofan re digirtin; ji ber ku li gorî wî, li dinyayê yên herî durust, bêhesab, bêderew û bêçiv ew bûn û ji herkesî bêtir wan pesn heq dikir.
Wê ji ber van sedeman be ku M. Foucault’î jî ew liyaqî “dîrok”ê dîtin û li ser wan bi navê “Dîroka Dînitiyê” sê cild pirtûk nivîsîn, wî jî di pirtûka xwe de “aqil” û “dînîtî” dan ber hev û tercîha xwe ji aliyê dînîtiyê dianî û dînîtî bilind kir; ji ber ku tiştên ku “êqil” dikir, ne ew tiştên ku ew qasî mirov bi ser wan de bireeliya bûn. Ê me, em weke Kurd, me tucarî dînên xwe di dînxaneyan de girtî nehiştine û me ew bi qeyd û zîncîran girênedane; me ji wan hez kiriye û me ew serbest hiştine; wê nivîskar Fewzî Bîlge’yî jî ji wan hez kiribe û wê heq dabe Erasmus û Foucault’yî ku vê carê jî lehengên çîrokên xwe ji dînan hilbijartiye.