Di Tariyê De

13,80  11,73 
-15% Erzanî

ISBN: 9786257724050

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-011
Status2 Di stokê de hene
Categories
“Li ber kevîyên dawîn ên jîyanê meriv tenê pêjna dengê nigên mirinê dibihîze.”
Reşo K. piştî panzdeh salên di girtîgehê de, şeveke tarî digihêje gund. Tevî ku armanca Reşo K. xwe spartina dîwarê mala bavê xwe be jî, ji nişkê ve xwe di nava çûn û hatinên ku ew tu wateyê nikare bideyê de dibîne. Nebûna mifteya mala bavê wî, nexweşîya Bapîr K., hal û rewşa seyr a keça meta wî, hezkirîya wî ya yekemîn, hewaya ku heta dawîya romanê di nava xewnereşkan de derbas dibe. Fikirîna mirin û nemirinê a ku Reşo K. her dem di nava du cîhanan de digerîne û bîra hişê wî ya ku di valayîyeke bê zeman û bê mekan de li ba dibe û bûyerên ku di seqayeke Kafkaeskî de pêk tên.
Bawer Rûken bi romana Di Tarîyê De re berê şêwaz û adanîya pênûsa romannivîsîya xwe dide rêyeke nû. Di vê rêyê de wekî pêşengên berî xwe F. Kafka, S. Beckett, R. Walser derdê wî jî ne tenê vegotina çîrokekê ye, jê bi wê detir hemû xem û xweêşandina wî bi zimanê Kurdî derbirîna tehma metnekî pirhêlî, bêserûber û her wiha metnekî ku zû bi zû dê neyê xitimkirin e.
“Bawer Rûken, yek ji wan romannûsên ku ji bo min girîng e.”
Yildiz Çakar
“Bawer Rûken, bi ziman û şêwaza xwe nîşanî me dide ku tu serdestî,  tu pêkhate û tu kes dê nikaribe  ‘şopa ji me maye paqij bike.’”
Dilawer Zeraq
“Romanên Bawer Rûken pêjna gerdûnekê radigihînin nava min.”
H. Kovan Baqî

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar