Dersên Şerîetê Hedîsên Cenabê Pêxember

5,96  -10% 5,36 

ISBN: 9786055279240

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVESTA436
Status1 Di stokê de hene
Categories

Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin. Dersên Şerîetê, di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin. Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike. Mîr Kamiran, di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin, emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin. Mîr Kamiran, di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye. Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin. Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne, weke jin, aborî, arîkariya feqîran, têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd.

Çend mînak ji hedîsan:

65) Qedrê rastiyê bigirin, yê ko wê rastiyê got piçûk be, mezin be, xurt be, belengaz be, ne tu xem e. (Rastî ne ji dewlemendan bi tenê re ye.)

235) Hevalîtiya xwe de bi tevdîr be; heye ko rojekê dostê te dibe dijminê te. Dijminahiya xwe de nerm be; heye ko rojekê dijminê te dibe dostê te.

244) Sê tişt dikarin miletê min bibine helakê: zikmezinî, xewa pir û betalî.

309) Qedrê her kesî li gora qîmeta wî bigirin.

417) Ez ji dinya we ji jinan û ji bihnên spehî hez dikim û çavê min ji nimêjê ronî dibe.

420) Yê ko ji bona dîn û welatê xwe şer dike, ji bona parastina wan şevekê hişyar dimîne, xewê li xwe diherimîne, ji mirovê ko hezar rojî rojî girtiye û hezar şevî nimêj kiriye çêtir e.

175) Cihada mezintir ew e ko mirov ji hakimekî zalim re rastiyê bibêje.

428) Mirovê çêtir ew e ko bi kêrî xelkê tê.

497) Bi ketina hevalê xwe dilxweş mebin, tiştê ko Xwedê anî serê wî dikare bîne serê we jî.

538) Heçî ko xebatên xwe bi bihnfirehiyê diqedînin, kar dikin, Xwedê poşmaniyê nade wan, lê heçî lez û bezê li xwe dikin, meydana wan kin e, zererê dibînin.

573) Li Incîlê hatiye nivîsandin: Wek te bi wan kiriye wê bi serê te jî bê, wek te bi wan dikî ew jî wê bi te bikin.

689) Di sînga we de perçeyek goşt heye, heke ew pak û safî ye, her tiştê we qenc e, heke ew xirab e, her tiştê we neçak e; ew perça goşt dil e.

 

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613