Ev berevok yazdeh çîrokan û romanokê di nava xwe de vedihewîne. Di nava van çîrokan û romanokê de, Emerîkê Serdar xem û xeyalên xwe, kar û gîyanê xwe, derûnîya xwe û dab û nêrîtên civaka xwe dide nîşan.
Romanoka “Dengê dil” û çîrokên “Zengilê Bêwext”, “Guman”, “Tirs”, “Mêrxasî”…hwd, bi afirandineke xwedî hostatîyeke wêjenasîyane û xebitandina nivîskarîyeke mezin hatine hûnandin. Di labîrenta vê berhevokê de, meriv wertê di xefika bawerî, emirê kevn û teze, qayîmbûna tevina qewimînan, rakişandina xwîneran, vegotina adet, rabûn û rûniştinên miletê Kurd, şerkarîya li beranberî dab û nêrîtên paşverû, xeyset û lehengîya jina Kurd, jankêşîya şer; tev de bi zanatîyeke wêjeyî hatine vegotin û hûnandin.
Çîrokên vê berevokê ji şevbihêrkên odeyên gundan bigirin heta bi bûyerên jîyana rojane, jîyana biêş a piştî Şerê Cîhanê yê Duyem û şerên Kurdan ên li dijî dagirkeran li dora gelek mijaran hatine pê. Ne bi qasî berhemên wî yên din be jî, di çîrokên “Dengê Dil” de, dê û bav û şer dîsa serleheng in. Bi taybetî jî ev her sê serleheng “romanok”a Dengê Dil dike wekî gulokeke tayê jihevvereşîyayî û lihevgerîyayî.
Romanoka “Dengê dil” a Emerîkê Serdar, a ku hatiye rokirin di qalibekî nazik, xweşkok û rastîgir de, wekî romanoka pêşîn di nav wêjeya Kurdên Sovyetê de tê dîtin.
Ev berevoka Emerîkê Serdar di sala 1985’an de li Êrîvanê bi bi tîpên Kirîlî hatiye çapkirinê, vê carê jî Weşanxaneya Lîsê bi tîpên Latînî keremî xwînerên Kurd dike.