Defter

4,56  -10% 4,10 

ISBN: 9786054497164

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS266
Status2 Di stokê de hene
Categories

Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90’î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine.

Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e.

Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe.

Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe:

Xerabo

Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên
– Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim –
Ligel ku cînavk jî hene

Agahî

Weight 0,15 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Ziman
Isbn
Rûpel
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613