“Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê veşêre.”
Bi vê kurtegotina xweşkok, helbestkar û nivîser Xelîlê Duhokî me derbasî gulzara kurteçîrokên xwe yên nû dike. Kurteçîrokên ku bi zimanekî sade û gelêrî hatine nivîsîn û hatine noqkirin di berfedimsa Behdînanê de, te hilderbasî teşqeleyên civakî û sîyasî yên civaka Kurd dikin. Nivîskarê ku xwe ji hêla gundîtîya kurdewar çeng dike hêla bajarvanîya nûjenxwaz, xwîneran xweş zeft dike û wan asê dihêle di quncika ramîneke hûr de.
Geh li ser pêşmergetîyê: Welatê ku bûye malê talanê; merivên ku hatine hêran di ber destara zilimkarî û qirkirinê de; girtîyên ku her û her xwe li bin guhên dîwarên xweragirtinê didin û kurdhezên ku hîç nagihin miradên xwe!
Geh li ser civaka nîvçemayî: Kurdên ku di nîvê pira berzexê de delodîn mane; dixwazin tev li karwanê nûjenîyê bibin, lê naxwazin dev ji kevineşopî û tîtalên bav û kalan biqerin. Koçber û derbiderên ku bûne bîyanîyên xwe. Jina gundî ya bêderfet û mîna darê şikestî. Civaka derebeg û paşverû.
Geh li ser kurdînîyê: Kurdê ku bi derengî li kurdînîya xwe rast tê, Kurda ku asê dimîne di navbera hevjînê xwe yê bîyanî û kurdewarîya xwe de. Kurdê ku welatê xwe bi malê dinyayê difiroşe û birayê xwe dike qurbanîyê riswatîya xwe û qehremanên bêwijdan!
Bûyerine nakok û teqlo meqlo! Carinan pêkenok û carinan dilêş û dilsoj. Lê hemû diherikin ber bi deryaya kurdînîyê ve!
Xelîlê Duhokî yê helbestkar, vê carê bi qevdeke kurteçîrokên ziman-sade li pêşberî xwînerên Kurdîyê ye…