Tevî tiştên ku diviya bikira re dest bi firînê kiribû, bi xemgîniya çûyîneke mecbûrî newqî nava ewran bûbûn. Ji valatiya ezmanan mezintir valatiyek di hundirê wî de hebû. Axînên dikişand di dilê wî de janekê diçandin û wekî henase ji devê wî derdiketin. Ji bo wî gelek giran bû ev rev. Ji ber şerma xwe nedikarî serê xwe bizivirîne û silavê bide kesên derdora xwe. Heta gihîştibû Stenbolê ji paceyê ve li derve nêrîbû. Gava ji bo balafirê biguherîne li Stenbolê daketibû gelek dixwest bi şûn ve vegere lê nekarî bike. Reva xwe berdewam kir. Ji hebûna xwe ya anîbû 35 salan reviyabû. Têkoşîn û hevalên xwe yên têkoşînê, exlaq, wicdan, hemû kedên li jînegariya wî hatibûn nivîsandin û heta hînbûyînên xwe, hemû xeyalên xwe li dû xwe hiştibû û reviyabû. Her çi qas tişta kirî ji derve ve normal bixuya jî di hundirê wî de lehî rabûbûn, erdhejan dest pê kiribûn. Xetên wî yên kenê bi tevahî ji holê rabûbûn. Di eslê xwe de qandî dêyeke ku ji neçarî dev ji zarokê xwe berde ew jî bêçare bû. Vegotina vê hîsê ew qas ne hêsan bû lê famkirina wê zortir bû.
Hûn ê di vê çîrokê de hem tenêtiya cotkarekî û hem jî dilekî “bêwelat” çawa lê dide bixwînin…