Çiya

5,60  -10% 5,04 

ISBN: 9786055585754

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-099
Status7 Di stokê de hene
Categories

Çîrokên nû yên Tosinê Resîd, bi navê “Çiya” di nav wesanên Avesta de çap bûn. Berê jî kitêba nivîskar a çîrokan “Min bêriya sevên spî kiriye” derketibû.(Ji çîroka “Çiya”)“Ew Çiya ne xalî bû.Ew Çiya xweyê hêzeke batinî bû, pîroz bû.Ji ber vê jî çiyayên mayîn çavnebarî lê dikirin, hesûdî lê dikirin û ji sê aliyan ve ew dorpêç kiribûn û diguvastin ser hev. Lê dîsan jî wî serê xwe bilind kiribû û bi bînfirehî ji jor de li wan mêze dikir. Di nêrîna wî de tu hêrs, tu dilmayîn tune bû. Berovajo, di wê nêrînê de xwebawerî hebû, têgihîstina mezinayê hebû, lêborîn hebû.Wî zanibû ew ne tayê wan e!Gor gotina gotiya di salên xortaniya xwe de ew Çiya gelekî bi hêrs bûye, bînteng bûye. Gava go hêrs dibû, lê-lê bû dinyayê xirab bike, agir ber diçû, ji dev û firnên wî agir, alavê dida der.Lê bi sal û dewranan re hêrsa wî datîne, bîna wî fire dibe.Û niha kolozekî spî daye serê xwe, sereke spî lê pêçaye, rîsiyê serê ser xwe de berdane û mîna kalê zemander cîhana dor xwe mêze dike.Xelkên dorê gisk ji wî re ‘Çiyayê pîroz’ dibêjin, ew gisk baweriya xwe bi wî tînin, rojên dijwar xwe dispêrine wî. Gava sond dixwin, dibêjin: ”Ez bi Çiyayê pîroz kim.” Ew sond ji bo xelkê deverê kêrta kêvir e, çi gilî-gotin hebin, ew gotina dawî ye, ew gotin serê lodê digire.”

Weşanxane: Avesta
Nivîskar: Tosinê Reşîd
Wergêr:
Cûre: Çîrok
Rûpel: 160
Ziman: Kurdî
Sal: 2018
Pîvan: 13,5×19,5
ISBN: 9786055585754

Agahî

Weight 0,19 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Pîvan
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613