Civîna Pêlavan

6,99  5,94 
-15% Erzanî

ISBN: 9786054497171

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-064
Status3 Di stokê de hene
Categories

Di vê berhevoka çîrokan a “Rezoyê Osê” de, nivîskar bi awayekî sergirtî û nixumandî mijara “Serdestî û Bindestîyê” radixe ber çavan û bi zimanekî herikbar xwe bi hûrî û kûrî berdide meydana hişmendîya serdestîyê ya serkutker.

Di çîroka sereke ya bi navê “Civîna Pêlavan” de, pêlav li hev dicivin û kongreyekê li dar dixin ji bo wergirtina biryarekê di der barê têkilîyên bi lingan re. Li vir Bot, Sol, Şimik, Çarox, Potîn…hwd li hev dicivin û her yek ji wan boçûna xwe vedibêje. Gotina ewil didin Potînê. “Divê em bizanin, ku guh pêl in, çav nihêr in li benda civîna me ne.” Gotina bi şeml û meşhûr di serê vegotinê de bi rêya pêşgotina Potînê rave dibe; “Hin dixwazin ev civîn têk here, hin jî dixwazin serkeftî be. Em ji tevan re bi pozbilindî, bi serfirazî dibêjin, dijmin û zikreş bixwazin, nexwazin em hebûn, em hene û em ê bimînin…” Dordana Solê bi gotinên Potînê yên ku li xweşa Solê naçin dest pê dike. Devê Potînê li peyvên wê şima dike. Di ber wê re diavêje û xeberdanê tîne ser xwe. “Lê ez tim paqij im, bi qedir û qîmet im, a dif û payê me, a rojên kêfê me, delala dilan im, dilovana mala me, hevala nazelingan im” û li vir Sol û Potîn li hev gij dibin.

Ji xwendina çîroka sereke dîyar dibe ku çîrok, çîroka serdest û bindestan e. Loma rê û rêçika serdestan û polîtîkaya wan weha rave dibe: “Pê li wan bikin, serê wan bitewînin, pişta wan bişkênin… çiqas em guh bidin wan xwe nazik û delalî dikin û doza mafê guhdanê dikin.”

Berhema Rezoyê Osê, Civîna Pêlavan ne diqede ne jî diqedîne. Derîyê xwe li ser taqa piştê dihêle. Wekî ku dixwaze her tiştî bibêje lê tiştekî jî safî neke. Dawî li xwe bîne jî gotina xwe naqedîne. Her û her xwe di ser û hişê xwendekar de dihêle û didomîne.

Agahî

Weight 0,15 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613