Çîrokên Semedê Bêhrengî – II

7,96  7,40 

ISBN: 9786057420176

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUHIV-034
Status4 Di stokê de he ne
Kategorî
Di nivîsên Bêhrengî de;
Ûldûza Biçûk û Koma Qijikan di çavê keçikeke biçûk de dinyaya zarok û ajelan nîşanê me dide. Ûldûza Biçûk nîşanê me dide ku her çiqas em fehm nekin jî ziman û xeberdana ajelan jî heye û divê li ajelan zilm neyê kirin…Ûldûza Biçûk û Pitika Axêver dinyaya zarokan dide ber çavan ku dinyaya wan çiqas nazik e û divê em jî li gorî vê naziktiyê tevbigerin. Ûldûz Xanim bi alîkariya hevalên xwe dixwaze bibêje; ronahî çiqas hindik be jî dîsa jî ronahî ye…Di destana Keçelê Kevokçî de rasterast nebe jî em laqê teoriyên Karl Marks tên. Lewre weku Marks gotî divê hemû kedkar destên hev bigirin, mamoste Bêhrengî jî di vê çîroka xwe ya delal de li ser keda karkeran disekine û şer û pevçûnên di nava çîna serdest û bindest de bi awayekî fantastîk dide ber çavan…

Koroxlî û Hemzeyê Keçel yek ji hêjatirîn çîroka mamoste Bêhrengî ye. Navê Koroxlî ê rasteqîn Rûşen e, piştî ku çavê bavê wî ji hêla serwerê bajêr ve tê derxistin, navê Koroxlî li xwe datîne û li hemberî zilm û zordariya serok û serwerên zalim têdikoşe. Di vê têkoşîna wî de gelek dost û hevalên wî çêdibin û çiyayê Çamlibelê dibe warê wan ê azad. Motîfa Hemzeyê Keçel jî ji wan kesan e ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî aliyê zaliman dikin û di dawiyê de têk diçin…

Di çîroka Li Pey Şopa Felekê de nivîskar dixwaze bi me nîşan bide ku mirov dikare qedera xwe biguherîne û ya ku ji mirov re dimîne ji bilî keda wî pê ve tiştek nîne û aqilê şîrîn careke din dide ber çavan…

Pîrê û Çûçika Zêrîn me ji aliyê Bekoyên Ewanan ve hişyar dike da ku em bi Bekoyan neîne xapandin…

Çîroka Bizina Rûspî hêjabûna aqilê mirov dide ber çavan ku wekî pêşiyên me gotine: Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne…

Di Gur û Pez de nivîskar careke din li ser aqilê şîrîn disekine.

Belê zarokên delal û mezinên birêz;

Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje –ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye- dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim. Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Kategorî
Isbn
Nivîskar
Pîvan ,
Sal
Weşanxane
Rûpel

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar