Çîrokên Semedê Bêhrengî – I

7,30  6,79 

ISBN: 9786057420176

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUHIV-033
Status4 Di stokê de he ne

Di nivîsên Bêhrengî de;

Di çîroka Masîreşê Biçûk de hîm û nirxên herî sereke; azadî, meraq, xwesazkirin û serfirazî ne. Mamoste Bêhrengî van hemû hîm û nirxan bi çavê Masîreşa Biçûk nîşan dide û Masîsor dide dû rêça azadîxwaziya Masîreşa Biçûk.

Serboriya Kuliyeke Berfê her çiqas çîrokeke kurt be jî wateya wî ji bo zarokan gelek girîng e. Lewra di vê çîrokê de em dibînin ku kuliyeke berfê ya biçûk jî naxwaze nêzîkê zarokên xirab bibe. Siruşt bixwe jî ji xirabiyê direve…

Xoxek û Hezar Xox hesasiyeta dar û siruştê nîşanê me dide. Armanc û daxwaza mamoste Bêhrengî ev e ku em çiqas hizir nekin jî siruşt candar e û jiyana mirovan li ser vê siruştê bi tesîr e…

Di çîroka Du Pisîkên Li Ser Dîwarê de nivîskar dixwaze bi me bide zanîn ku nakokî û dijberî bikeve nava kes, kom an jî rêxistinan her du alî jî têk diçin û zirarê dibînin. Divê ji bo berjewendiyên xwe mirov û rêxistin nakokiyên xwe daînin aliyekî heta ku bigihîjin miradê xwe.

Di çîroka Bîst û Çar Saetên Rojê de hest û jiyana zarok û malbatên xizan dide ber çavan û rengê dinyaya ku zarok di xiyalê xwe de ava kiriye, nîşanê xwediyê dilan dide…

Di metna Çîroka Hezkirinê de zarok dikevin nava dunyayeke fantastîk û di vê çîrokê de li hember pozbilindîyê şer dikin û bi ser dikevin. Çîroka Hezkirinê ji aliyên xwe yên fantastîk ve dişibe çîroka me ya navdar Memê Alan…

Mamoste Bêhrengî di Kurikê Pincarfiroş de heman bext û qederan dinirxîne û dixwaze nîşan bide ku mirov dikare bextê xwe yê reş biguherîne.

Telxûn ew çîrok e ku dixwaze nîşan bide bi xwesteka dilan tişt naçin serî û ji bo ku tişt herin serî û mirov bi ser bikevin divê cehd û xebatê bikin…

Belê zarokên delal û mezinên birêz;

Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje –ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye- dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim. Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Kategorî
Isbn
Nivîskar
Pîvan ,
Sal
Werger
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar