Çîrokên Hejdeh Salan-Şahînê Bekirê Soreklî
Şahîn, kurê Mihemed Elî Sorekli û Nayla Bozanê Ebrûş, di sala 1946’an de (kêmzêde) li gundê Mezrê, devera Kobanî ya binê xetê (Sûriye), ji dayik bû. Ew bi temenê 19 salî ji bo xwendinê gihîşt Viyena û li dû sê salan li Otrîşê û Almanya, di dawiya meha 10’ê ya sala 1968’an de gihîşt Australya. Salek li Berlîn û Ewropa ne tê de, ji wê demê ve ew li Sydney cîhwar e.
Bi gihîştina Sydney re, wî dest bi kar kir, lê di destpêka 1974’an de vegeriya xwendina bilind û li dû salan xehadeyên BA, Dip. Ed. ji Zanîngeha Macquarie bi dest xistin. Ji 1978’an ve, ew li Wezareta Perwerdekariyê ya wîlayeta NSW di kar de ye; berê wek mamoste û dû re wek mamûreke serpereşt.
Di sala 1979’an de, Şahîn bû serokê yekem komaleya kurdî li Australya û dora 6 salan komele bi rê ve bir. Di salên 1982 û 1983’an de, wî bernameyeke hefteyê saetekê di Radyo 2SER FM de bi inglizî û kurdî pêşkêş kir. Ji 1985’an ve, ew berpirsiyarê Beşa Kurdî ya Radyo SBS Australya ye.
Kurteçîrok, gotar û helbestên wî di kovar û rojnameyên kurdî û hindekên inglîzî, erebî û almanî de hatine weşandin.
Ji berhemên wî yên bi pirtûk weşandî:
- Azadbûna Mehmet Karataş – çîrok – (Enstîtuya Kurdiî: Bonn, 1985)
- Wendabûn – roman – (Verlag für Kultur und Wissenschaft: Bonn, 1987)
- Em û Pirsa Me – gotar – (Weşanên Bedirxan: Sydney, 1987)
- Mehkemekirina Selahaddîne Eyubî – şano – (Haykurd: Stockholm, 1989)
- Jana Heft Salan – helbest – (Enstîtuya Kurdi ya li Brüksel: 1990)
- Namûsa Emo – 10 çîrok – (Haykurd: Stockholm, 1994)