Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd (Cild 1-2)

18,78  17,47 

ISBN: 9786059295345

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-069
Status4 Di stokê de hene
Kategorî
Lêkolîner û dîroknasê Kurd Kemal Mezher, gelek milên veşartî û nenas ên dîroka gelê Kurd a ji mêj ve û heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dinivîse. Mijarên pirtûkê yên celebceleb, ji rola Kurdan a di şaristanîtîyê de dest pê dike û digihêje beşdarîya Kurdên Başûrê Kurdistanê di Şoreşa Bîstan û Serîhildana Sala 1948’an a Iraqê de. Kemal Mezher agahîyine berfireh der barê gelê Kurd de dide. Berhemên rojhilatnasê Sovyetê Gordlevskî, Şerefname li ba Kurdnasên Sovyetê, Serîhildana Mezin a sala 1925’an a Bakurê Kurdistanê, behsa Kurdan a di Neteweyên Yekbûyî de, yekem çapxaneya Kurdî ya li Silêmanîyê, Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî ya li dijî Îngilîzan, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê li jêr sîya dagirkerîya Îngilistanê, Pirtûkxaneya Matenadaranê û gelek milên din ên dîroka me ya jibîrbûyî vedikole û dinirxîne. Der barê Serîhildana Şêx Seîd (1925) de, nivîskar nêrînên rojhilatnasên Sovyetê yên şaş ên lekekirî bi propagandaya Kemalîstên Tirkîyeyê radixe ber çavan û di behsa Rojnameya Kurdistanê de, ew gelek daneyên girîng û baldar ên der barê rojnameya yekem a Kurdî de pêşkêş dike. Lêkolîna ku ji çend gotarên curbicur pêk hatiye û nivîskarê wê xwe daye pala gelek çavkanîyên cihê yên akademîk û pêbawer, xwedî asteke bilind a zanistî ye ku divê em jê nemînin! Cilda Duyem jî ji Şerê Şueybîyeyê dest pê dike û mijarên dewlemend û dirêj heta Serîhildana Araratê pê de tê. Bi belge û delîl carinan henek û yarîyên mirov dikenînin, carinan trajedîyên mirov digirînin. Dîroka Kurdan bi awayekî mayînde dixe hişê xwîneran. Der barê çar parçeyên Kurdistanê de name, belge û berhem bi çavekî balkêş rêz dike, vedikole û dinirxîne. Di dawîya Cilda Duyem de beşekî girîng ji Dîroka Wêjeya Kurdî re jî veqetandiye û çêjeke cuda daye berhemê.

Agahî

Weight 0,75 lbs
Kategorî
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Werger
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613