Çemê Stranan – Gotin, Nota û Çîrokên Stranan

14,92  12,68 
-15% indirim

ISBN: 9786259969817

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUARYEN73
Status4 Di stokê de hene
Categories, ,

Beriya salan li çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn. Li dorhêla me zinarên asê, li nav sînga zinaran çemek diherikî bi gurmegurma mizgîniya biharê re. Em bi civat bûn li gel hevalan, bi derd û kulên welat de ketibûn. Lewma dem di bin barê êş, azar û hêviyê de giran giran diherikî. Lê şahiya me jî kêm nedibû. Geh me govend digerand, geh awazeke hêviyê serî radikir li çiyayan, geh em dibûn helbestek li ber têhna agir, li binê taveheyvê. Li berêvareke vî zemanî, dema roj diçû ava, hew min dengek bihîst ji wî milê newalê. Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat, pê re jî dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû. Min qesta stranê kir, berê xwe da dara berû û meşiyam. Jineke ciwan di hembêza wê de saz, distirî. Çi bê hempa bû ew kêlî, çend xweş bû. Ma kî dizane, belkî lewma stran hene; ji bo demên bêşîrove bên vegotin. Ew deng û awaz ya Bermalê bû, xwe dabû ber dara berû û distirî. Min guh da wî dengî û pê re jî dil. Ji wê rojê ve bê navber Bermal strana dilê xwe, strana dilê me û strana çiyayiyan distirê. Strana Bermalê bilind e, zîz û asê ye, her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê, ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e, bazind li zenda zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e, ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê, miriyan ji xewê şiyar dike, pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me, stranên dilê me distirê. Ji yên çûyî, ji yên li vir û yên bên berhev dike êş, hêvî û azadiyê…

Gülistan Çiya İke

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613