Cegerxwîn û Evdalê Zeynikê

7,37  -10% 6,63 

ISBN: 9786257085540

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA-114
Status1 Di stokê de hene
Categories,

Dayîk bi kilaman, bi lorandinê bi zarokên xwe şah dibin, bi çîrok û kilaman zarokan radizînin. Bi kilaman bûkan siwar dikin, bi kilaman mêrxwasên xwe dişînine li ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verê dikin. Şivan bi kilam û bilûrê kerên xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotên xwe li ser axê dikşînin. Kilam ji xerîban ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirên hesreta dilê xwe kerr dike. Kurd bi kilaman laqirdiyan dikin, bi kilaman dikenin, bi kilaman digirîn. Tu tişt hesîn, his û agirên welatparêziyê, miletparêziyê, heqiyê û ramê di nav evdên Kurd da ewqas zû gurr nakin bi qasî zargotinê. Destanên me bi kilamî têne gotin, ebûbeta dînî, heta dua-dirozge jî bi stran in.

            Zargotina Kurdî pircûre, pirawaz û pirreng e. Ew çîrok in, destan in, afirandinên olî ne, kilam in, beyt in, mesele û metelok in. Her cûreyekî afirandina bedewtiyê ya gelêrî, nexş û awazek e, reng û rewşek e, bedewîyek û xemlek e, qeydekî şîrîn yê xezayî yê giranbiha ye…

            Di odeyên gundan yên tarî da zargotina me hatiye xwedîkirinê, di wan da ew xizneya ruhî ji nifşekî derbasî nifşê din bûye. Ode bi dewranan, ji gelê me ra dibistan û “unîversîte“ perwerde, zanîn, dîrok, medeniyet, xwedîkirin û dewlemendkirina ziman û edebiyata gelêrî bûne.

Agahî

Weight 0,15 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613