Cegerxwîn Cild 1-2 (Set)

159,99  135,99 
-15% Erzanî

ISBN: 9786054497744

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS244
Status4 Di stokê de hene

Cegerxwîn Cild 1-2 (Set)  Agahî

Meger ez Rustemê Kurd im, firaqê ez nexweş kerdim

Cegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb

Di mêjûya wêjeya Kurdî de, Seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel ê hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe xweş kiriye.

Di vê veçapa nû ya berhemên helbestî yên Seyda Cegerxwîn de, Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004’an ve barê weşandina şahberhemên Kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta Kurdî bike.

Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê veçapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin.

Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.

Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya Kurmancî/Kurdî derketiye û xwe berdaya rêça dirêj a bipêşvebirina wêje û çanda Kurdan, vê carê bi veçapkirina dîwanên Cegerxwînê Seyda -Seydayê Helbesta Kurdî– li pêşberî xwînerên xwe ye… da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre “nûjen bin bi pîrî”… da ku em“guh bidin saza” Cegerê xwe.

 

Agahî

Weight 2,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613